Neçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li hev civiyan

Li Başûrê Kurdistanê civîneke hevbeş di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Fermandarê Giştî yê QSDˊê, General Mazlûm Ebdî û Nûnerê Serokê Amerîkayê Tom Barrack de pêk hat.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) General Mazlûm Ebdî li Başûrê Kurdistanê bi gelek aliyan re civiya. Her wiha civînek sêalî di navbera Mazlûm Ebdî, Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack de jî hat lidarxistin.

Têkildarî mijarê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di postekê li ser hesabê xwe yê Xˊê de nivîsî ku: "Îro di civînek hevbeş de bi General Mazlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Serokatiyê yê Amerîkayê Tom Barrack re civiyam."

Barzanî got: "Me li ser pêşketinên dawî yên li Sûriye û herêmê nêrînên xwe parve kirin û tekezî li ser girîngiya diyalog, hevrêzî û hewldanên hevbeş ji bo parastina aramiyê, xurtkirina ewlehiyê û piştgiriya çareseriyên aştiyane kirin."