Piştî Şerê Kendavê yê Yekem, Sedam Huseyîn di bihara 1991’an de serhildana Kurdan tepeser kir, bi qasî du milyon Kurdên sivîl neçar man ku xwe bispêrin çiyayên qeşagirtine. Dema ku cîhan li ser ekranên televîzyonê trajediya ku diqewime temaşe dikir, komek piçûk ji dîplomat û rayedaran pêk dihat li korîdorên Whitehall a Londonê ji bo destwerdana navneteweyî di nava hewldanan de bû.
Ev werçerxa dîrokî ji hêla dîplomatê berê yê Brîtanî Chris Bowers ve hatiye nivîsandin û ji hêla derhênerê Kurd-Brîtanî Yad Deen ve bi navê “Safe Haven” derket ser dikê.
WERXERXA DÎROKÎ LI SER DIKÊ YE
Berhema ku xwe dispêre ser bûyerên rastîn, çîroka di navbera çiyayên Kurdistanê û biryargeha navendî ya hikûmeta Brîtanyayê diçe û tê, piştre pêvajoya hewldana herêma bi ewle ya bi navê “Operation Safe Haven” derket holê, vedibêje. Şano berpirsiyariya dewletan di rûbirûbûna krîzên mirovî, bandora înîsiyatîfên dîplomatîk û rola kesan li ser bûyerên dîrokî di lêpirsînê de derbas dike.
Derhênerê Kurd-Brîtanî Yad Deen ku bi salan li Kurdistan û Iraqê xebitiye, vê berhemê ne tenê vebêjek dîrokî, di heman demê de temayên gerdûnî yên wekî koçberiya bi zorê, şer, mafên mirovan û berpirsiyariya exlaqî digire dest.
Nivîskar Chris Bowers ku wekî dîplomatekî berê yê Brîtanî li Kurdistana Iraqê xebitiye atmosfera siyasî û dîplomatîk a wê demê tîne ser dikê; ji hevpeyvînên tîma hilberînê ku bi kesên ku ji koçberiyê rizgar bûne re kirine sûdê werdigire.
PIŞTÎ PÊŞANDANÊ ŞAHIYÊN TAYBET
Piştî ku şano li Arcola Theatre bê pêşandan wê hin rêze şahiyên taybet bên lidarxistin.
Di 25’ê Hezîranê de, komedyen û podcaster Kae Kurd ê ku malbata wê neçar ma ji Kurdistanê koç bike, wê bi nivîskarê lîstikê Chris Bowers re derkeve pêşberî temaşevanan.
Di 26’ê Hezîranê de panelek ku bi hevkariya Kurdistan Society ve bê organîzekirin, wê serbalyozê berê yê Brîtanyayê yê Bexdayê Sir John Jenkins, Nûnerê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Karwan Cemal, Triska Hamid a ku ji koçberiya 1991’an sax maye û yek ji kesayetên sereke yê Operasyona Safe Haven Catherine Roe beşdar bibin.
Di êvara 27’ê Hezîranê de piştî şanoyê wê gotûbêjeke çandî bê lidarxistin û hunermenda Kurd Suna Alan performansa muzîkê pêşkêş bike.
Safe Haven yek ji werçexa dîrokî ya herî krîtîk a dîroka Kurdan tîne ser dikê, ne tenê bîrek li ser rabirdûyê ye, di heman demê de armanc dike ku tevkariyeke bide nîqaşên li ser şer, koçberiyê û berpirsiyariya navneteweyî.