Di navbera YE û Ûkraynayê de danûstandinên endametiyê bi fermî jinûve destpê kirin

Muzakereyên endametiyê yên navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Ûkraynayê, piştî ku Macaristanê vetoya xwe ya bi salan rakir, bi rengekî fermî jinûve destpê kirin.

Ûkraynayê sala 2022'an statuya welatê namzet ê Yekîtiya Ewropayê bi dest xistibû û amadekariyên têkildarî pêvajoya endametiyê jî di Hezîrana 2024'an de dabû destpêkirin. Lê belê vekirina qonaxa destpêkê ya muzakereyan ji ber vetoya rêveberiya Macaristanê ya wê demê nekarîbû pêk were.

Piştî ku li Macaristanê hikumet guherî, li ser mafên hindikahiya Macar a li welêt di navbera Kiev û Budapeşteyê de lihevkirin pêk hat û li ser vê yekê Macaristanê veto rakir. Bi vê yekê re welatên endamên Yekîtiya Ewropayê hefteya derbasbûyî erê kirin ku muzakere jinûve destpê bikin.

SERNAVÊ DESTPÊKÊ DEWLETA HIQÛQÊ Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ NELIRÊTIYÊ YE

Bi konferansa li Luksemburgê re muzakereya destpêkê ya pêvajoya endametiyê bi rengekî fermî destpê kir. Di hevdîtinan de wê mijarên xurtkirina pîvanên dewleta hiqûqê, reformên dadgeriyê û têkoşîna li dijî nelirêtiyê bêne nirxandin.

Alîkarê Serokwezîrê Ûkraynayê Taras Kachka ev bûyer weke gaveke dîrokî ya welatê wan a li ser rêya Ewropayê pênase kir û anî ziman ku ew hêvî dikin ku Ûkrayna heta dawiya sala 2028'an beşdarî nava Yekîtiya Ewropayê bibe.

Danûstandinên ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê ji muzakereyên şeş bingehan ên ji 33 xalan pêk tê. Ji bo pêvajo temam bibe, di hemû sernavan de divê welatên endam dengê erê bidin.

PÊVAJOYA ENDAMETIYÊ YA MOLDOVAYÊ JÎ HATE VEKIRIN

Ji bo welatê Moldovayê ku yek ji wan welatan e ku li vetoya Macaristanê aliqî, muzakereya destpêkê roja Duşemê bi fermî destpê kir. Hate ragihandin ku di pêvajoya endametiya Montenegroyê de jî pêşketinên nû çêbûye.

Herî dawî di sala 2013'an de Xirvatistan beşdarî nava Yekîtiya Ewropayê bûbû.