Konferansa bi navê Veguherîna Demokratîk ya Komarê bi dawî bû. Vê konferansê bi awayekî berfireh nîşan da ku çima komar demokratîk nabe. Ne ku ev nedihatin zanîn. Ew rastî ne ku gelek caran hatine nîşandan. Lê belê di Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de dubare nîşandana wan girîng bû. Desthilatdariya tifaqa AKP-MHP’ê hema bibêjin ev yek dabûn jibîrkirin. Yan jî gotin û nirxandinên bi vî rengî weke îxanetê û sûcekê dîtin. Bi rastî jî bi hezaran demokrat, rewşenbîr û siyasetmedarên ku fikra demokratbûyînê nîşan dan, avêtin girtîgehan.
Kesê ku bi salan e mijara demokratîkbûyîna komarê tîne ziman, Rêberê Gelê Kurd e. Di Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de fikra komara demokratîk bi awayekî berfirehtir anî ziman. Entegrasyona demokratîk a ji komarê re ya Kurdan û komara demokratîk di heman cewher û çarçoveyê de îfade kiriye. Diyar kiriye ku Tirkiye wê bes dema ku pirsgirêka li gel Kurdan bi awayekî demokratîk hate çareserkirin wê bibe komareke demokratîk. Rêberê Gelê Kurd demokratîkbûyîna komarê gelekî girîng dibîne. Ji ber vê yekê diyar kiriye ku dibe projeya HDP’ê ya ku di sala 2014’an de nîşan da, weke partiya komara demokratîk jî xwe nû bike.
Di Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê de mijara heya ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin Tirkiye wê demokratîk nebe, hatiye nîşandan. Dubare hate gotin ku yekperestî ji hemû aliyan ve zirarê dide Tirkiyeyê. Bêguman civaka Tirkiyeyê di nava xwe de nasname û baweriyên cuda dihewîne. Ji ber vê yekê jî divê rêveberî jî bala xwe bide vê civakê û li gorî wê tev bigere. Di serî de jî divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Ji ber ku tê xwestin Kurd bi çandî werin qirkirin gotina yek netew, yek ziman, yek bawerî û yek çand tê kirin. Ji ber ku li ser Kurdan polîtîkaya qirkirinê tê sepandin resentiya nasname û baweriyên din nayê naskirin. Gel û baweriyên din jî dibin qurbaniyên polîtîkayên ku li ser Kurdan tên sepandin.
Bes ne nasname û baweriyên cuda di heman demê de polîtîkayên ku li ser Kurdan tên sepandin bandore xirab li gelê Tirk jî dikin. Bi gotina ku wê Kurd jî jê sûd werbigirin daxwaza herî biçûk ya demokratîk a gelê Tirk tê redkirin. Dema ku em pirsên weke çima li Tirkiyeyê demokrasî pêş nakeve, çima ev qasî zext û astengî tên kirin, dikin divê em van yekan jî bifikirin.
Me di nivîsa xwe ya din de anî ziman ku heya pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê demokratîkbûyîn pêk nayê; me kesên ku digotin ma ji bilî pirsgirêka Kurd tu pirsgirêkên din tune ne rexne kiribûn. Nedîtina têkiliya di navbera çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de fêmnekirina rastiya Tirkiyeyê ye. Ev yek îdîa û hevkêşa me ye ku em jê bawer dikin. Li Tirkiyeyê pêşneketina hêzên çepgir yan jî pêşneketina têkoşîna demokrasiyê gelekî girêdayî vê rastiyê ye.
Berê qala nakokiya sereke, nakokiya bingehîn û nakokiyên din dihatin kirin; dihat diyarkirin ku heya nakokiya sereke neyê çareserkirin nakokiyên din jî çareser nabin. Pirsgirêka Kurd jî li Tirkiyeyê rastiyeke bi vî tengî ye.
Piştî Peymana Lozanê ya 1923’yan dewleta Tirk stratejiyeke neteweyî diyar kir. Polîtîkayên din hemû li gorî vê stratejiya neteweyî hatin diyarkirin û sepandin. Ev jî qirkirina Kurdan ya çandî bû ku li gel polîtîkayên bi rêbazên zêde û şerê taybet dihatin kirin. Apoyiyan ev yek di salên 1970’yan de weke ‘’Dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê bike cihê belavbûna netewebûna Tirk’’ îfade kiribûn. Wisa ku heya polîtîkayên leşkerî, aborî, çandî, civakî, dîplomatîk û yên din hemû ji bo serkeftina vê stratejiya neteweyî hatin diyarkirin û sepandin. Her wiha heya werzîş jî kirin qurbaniyê vê armancê.
Ji ber vê yekê gotina ma li Tirkiyeyê ji bilî pirsgirêka Kurd pirsgirêkên din tune ne, tê wateya nedîtina rastiya Tirkiyeyê. Helbet pirsgirêka Elewiyan heye, pirsgirêka jinan heye, pirsgirêka kedkaran heye û pirsgirêka nasname û baweriyên cuda heye. Lê belê têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di heman demê de têkoşîna ji bo çareseriya van pirsgirêkan e. Bêguman li hemberî vê komara olîgarşîk ji bo çareseriya van hemû pirsgirêkan têkoşîn tê meşandin. Daxwazên hemû derdoran tên gotin. Lê belê divê were zanîn ku heya pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê pirsgirêkên van derdoran jî neyên çareserkirin û divê li gorî vê rastiyê têkoşîn were meşandin.
Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê rastiyên sereke bi awayekî berfireh û eşkere nîşan dan. Bi awayekî teqez fikrên ku vê konferansê nîşan dan wê têkoşîna ji bo demokrasiyê pêş bixe û bilezîne. Em di wê baweriyê de ne ku em ê di serdema li pêşiya me de di têkoşîna komara demokratîk de van yekan bibînin.
Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam