Çavkaniya hêviyê hêza wateyê ye

Kesên ku ji avakirina civaka demokratîk û bidest xistina aştiyê berpirsyar in, bêyî ku erka xwe bi cih bînin bi gotina, “Çima dewlet gav navêje?” nikarin xwe rizgar bikin.

Kesên ku jiyanê tenê bi aliyên wê yên madî dibînin û bûyeran tenê wekî encamên wan dibînin, bi gotineke felsefî kesên bi nexweşiya pozîtîvzmê ketine, di pêşketineke erênî ya herî biçûk de dikevin nava xemsariyê, lê di bûyereke neyînî ya herî biçûk de jî dikevin nav reşbîniyê.

Ew bi rengekî reş û spî nêzîkî bûyeran dibin, jiyanê bi awayekî teng û yekalî şîrove dikin. Ji ber vê yekê, ew nizanin di rewşên tevlihev û dijwar de çi bikin. Ew nikarin çareseriyên afirîner ji bo pirsgirêkan peyda bikin û pir caran tenê diaxivin, qet gotinên xwe nakin pratîkê. Ji ber ku ew her tim ji yên din tiştan hêvî dikin, ew pir caran di nava zehmetiyan de gilî û gazinan dikin.

Nêzîkatiyên wiha pir caran têne dîtin, bi taybetî di demên ku nîqaşên li ser "dewlet gav navêje" zêde dibin. Hin derdor bi berdewamî li ser siberoja Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de hatibû binavkirin, bêhêvîtiyê û reşbîniyê belav dikin.

Ev kes, ku dema hevdîtinek li Îmraliyê pêk tê an jî dema ku guhertinek qanûnî li Meclîsê tê rojevê bi hêvî dibin, lê dema ku hevdîtin dereng dikevin, tavilê şîrove dikin ku "pêvajo xitimî ye.". Ji aliyekî din ve, hin kes nêrînên xwe yên li ser pêvajoyê bi gotinên wekî, "Ma me berê negot ku baweriya bi vê dewletê nayê? Ma me negot ku AKP-MHP’ê ne samîmî ne? Ji dîrokê qet ders nehatin derxistin?  Jixwe bi serketina wê nebawer bûm. Her bi guman nêzî gotinên Bahçelî bûm. Ji xwe min tiştek ji vê pêvajoyê fêm nekir û hwd…” tînin ziman û tabloyek bêhêvî nîşan didin,

Dema ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk di 27’ê Sibata 2025’an de cara yekem hat weşandin, gelek kesan bi guman û nirxandinên reşbînî nêzî pêvajoyê bûn. Lê belê, pêşketinên paşê hin ji van nêrînan guherand.

Piştî bangê, PKK’ê di 1’ê Adarê de agirbest îlan kir, di Kongreya xwe ya 12’emîn ya navbera 5-7’ê Gulanê de biryarên nû girt û piştre komek endamên PKK’ê di 11’ê Tîrmehê de îradeya xwe ya bidawîanîna têkoşîna çekdarî nîşan da û çekên xwe bi merasîmekê şewitandin. PKK’ê bi vî awayî, gavên girîng ji bo kêmkirina xetera pevçûnê avêtin.

Avakirina komîsyonek li meclîsê ji hêla dewlet û hikûmetê ve ji bo nîqaşkirina pêvajoyê û zêdebûna nîqaşa giştî li ser vê mijarê di nav hin beşên ku di destpêkê de reşbînî didîtin de jî hêvî çêkir. Lê belê, pêvajo bi leza ku dihat hêvîkirin pêş neket. Neavêtina gavên pêwîst ên siyasî û qanûnî ji hêla dewlet û hikûmetê ve rexneyên ku ew pêvajoyê dirêj dikin zêde kir. Di encamê de, di nav hin derdorên ku berê piştgiriya pêvajoyê dikirin de fikar û bêhêvîtîyek nû derket holê.

Îro, tê gotin ku ev nêzîkatiya reşbînî li her çar beşên Kurdistanê û di nav dîasporayê de belav bûye û ev helwest ne tenê di hin derdorên demokratîk û welatparêz de, di nav kesên ku xwe wekî şoreşger û sosyalîst pênase dikin de jî tê dîtin.

A rastî yê ku xwedî şert û mercên zehmet in Rêber Abdullah Ocalan e, hêviya xwe ji bo pêvajoyê her diparêze. Her kesê ku serdana Îmraliyê dike, têkildarê pêvajoyê behsa hêvî, bawerî û biryardariya Rêber Apo dike. Rêber Apo ji bo serketina pêvajoyê bi israr û kelecaneke mezin dixebite û têdikoşe. Her peyama ku ji Îmraliyê tê, ne tenê pêvajoyê ronî dike, di heman demê de ji bo serkeftina pêvajoyê hêvî, heyecan, bawerî û îradeyeke mezin jî diafirîne. Ev hemû bi nêrîn û hêza Rêber Apo yê wateyê ve girêdayî ye. Hêza Rêber Apo ya watedayîna jiyanê, çavkaniya wê hêvî û afirîneriyê ye.

Heke bala xwe bidin, çavkaniya wê bêhêvîbûn û reşbîniyê ku tê belavkirin, nêzîkatiya teng, dogmatîk û qalibî ya van kesan e. Argumanên wan ên ku ji bo belavkirina reşbîniyê tînin pêş, bingehê wan tune ye. Rêber Abdullah Ocalan ji destpêkê ve gelek caran gotiye ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li ser tu peymanekê nayê avakirin, pêvajoyeke têkoşînê ye. Tu carî negotiye ku AKP’ê dê bi xwe pirsgirêka Kurd çareser bike. Her wiha tu carî negotiye ku MHP’ê dê demokrasiyê bîne Tirkiyeyê. Lê destnîşan kiriye ku ger têkoşîneke hevpar, rast û bi bandor were meşandin, ev hêz jî dikarin werin mecbûrkirin ku gavên demokratîk û çareseriyê bavêjin.

Em hemû dizanin ku dewlet pirsgirêkan çareser nake, berevajî wê pirsgirêk diafirîne. Dewlet maf nadê, maf bi têkoşînê tê standin. Bi têkoşînê dewlet dikare were mecbûrkirin ku gavên çareseriyê bavêje. Hin kes dibêjin ku AKP’ê vê pêvajoyê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Dibe ku ev rast be, lê civak jî dikare bi têkoşînê hikûmetê mecbûr bike ku gavên demokratîk bavêje. Ji dewlet û desthilatdariyê re bawerî tune ye. Vê pêvajoyê jî ne li ser bingeha baweriyê, li ser baweriya bi hêza gel û têkoşînê hate destpêkirin.

Banga 27’ê Sibatê ya Rêber Abdullah Ocalan hem li ser aştiyê û hem jî li ser civaka demokratîk radiweste. Ji ber ku şer heye, banga aştiyê dewlet û hikûmetê jî di nav xwe de digire. Ji ber ku dewlet û hikûmet dikarin bên rexnekirin, têkoşîna demokratîk jî dikare li dijî wan were meşandin. Her wiha aştî ne tenê van hêzan, di heman demê de civakên Tirk û Kurd jî eleqedar dike.

Di beşa duyem a bangê de Rêber Apo li ser avakirina civaka demokratîk radiweste. Ev beş rasterast civaka Kurd û gelên Tirkiyeyê eleqedar dike. Ji ber vê yekê, kesên ku xwe berpirsiyarê aştiyê û civaka demokratîk dibînin, nikarin tenê bibêjin: “Dewlet çima gav navêje?” Dibe ku hin burjuvayên biçûk ên bêwijdan bi vî rengî nêz bibin, lê kesên ku bi rastî demokrat, welatparêz û sosyalîst in, divê ne di bêhêvîbûn û reşbîniyê de bimînin. Erkê wan ew e ku di nav civakê de rêxistinbûna komunal bihêztir bikin û li ser vê bingehê têkoşîna Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka