Îro gotina “Na ji sêdare re” tenê ne şiareke ji paş têlên zindanan ên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye, lê her roj dibe dengê gelek malbatên ku xewn û azîzên xwe ji dest dane. Ev dengek e ku her hefte, û rastî her roj, bilindtir û bihêztir dibe. Dengên ku tu carî nayên jibîrkirin.
Rejîma dijejin a Îranê ku di vê qonaxa dîrokî de ji her demê lawaztir û bêhêztir e, ji bo domandina desthilatdariya xwe ya dîktatorî, darvekirinê wek amûreke tirsandin û terorê li dijî civakê, bi taybetî li dijî jinan, bi kar tîne. Ji bo Komara Îslamî, zindan di bingeh de armanca teslîmkirina îradeyê û şikandina rûmet û kerama mirovan heye. Kuştina jinan, destdirêjî, terora ruhî û heta militarîzekirina jinan nimûneyên siyaseta vê rejîma dijemirov in. Militarîzekirina jinan tê wê maneyê ku jin bi awayekî fermî wek kole tên bikaranîn û li hember hev tên danîn.
Li hember zihniyeta dewlet-neteweyê, dîrok her dem şahidiya têkoşîna jinên ku rêberên rêya azadiyê bûne kiriye. Îro jî ev jin di zindananên Îranê de bi berxwedana xwe zindanan veguherandine kelehên berxwedanê, hevgirtinê û yekîtiyê. Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Nergis Mihemedî tenê çend nimûneyên berbiçav ên pêşengên vê qadê ne.
Zeyneb Celaliyan ku îsal sala xwe ya hejdehemîn di cihê êşkenceyê de derbas dike, ji aliyê Komara Îslamî ve bi her cure rêbazên êşkenceyê ji bo teslîmbûnê re hatiye rûbirûkirin. Lê Zeyneb bi berxwedana xwe ya mezin û pabendiya xwe bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, di rastiyê de rêya Şîrîn Elemholî didomîne. Ev xet tu carî teslîmbûn qebûl nekiriye, ji ber ku îdeolojiya azadiya jinê wek pîvana bingehîn a xwe girtiye.
Ev îdeolojiya azadiyê, ku tovê wê di dîroka mirovahiyê de li çiyayên Zagrosê hatiye çandin û jinên xwedawend wek Îştar û Sara di nav wê de derketine holê, çavkaniya vê berxwedanê ye. Berxwedana Zeyneb û Şîrîn di zindanê de ji vê rûha xwedawendî îlhama xwe werdigire; rûhek ku êdî cih û dem nas nake.
Zeyneb Celaliyan ku îro rewşa tenduristiya wê ji her demê zêdetir di xetereyê de ye, salan e ji mafê dermankirinê bêpar hatiye hiştin. Ji ber ku ev rejîma desthilatdar baş dizane ku Zeyneb êdî tenê kesek nîne, lê xeta jina azad e. Dixwazin dengê wê negihîje kesî, lê baş dizanin ku dengê wê êdî bûye dengekî cîhanî. Çavên wê ji destê wê distînin, ji ber ku dizanin Zeyneb bixwe ronahî ye û ji her demê zêdetir heqîqetê dibîne.
Di van hemû salan de bi raman, gotin û kirinên xwe yên baş re wate da jiyanê û di rastiyê de felsefeya jiyana azad hînî me kir. Zeyneb nîşanê me da ku azadî ne girêdayî cih û demê ye, lê çavkaniya wê îradeyek û hişmendiyeke azad e.
Dengê Zeyneb û hemû Zeyneban dengê parastina nasnameya jinê, xwezayê û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê pêdivî ye ku dengê wê û hemû girtiyên siyasî yên din bigihînin tevahiya cîhanê û ji bo azadkirina van têkoşeran xwe bêtir rêxistin bikin. Bi yekîtiya xwe û bi berfirehkirina torên cuda wek “Kampanyaya Na ji Darvekirinê re, Erê ji Jiyana Azad re”, ku ji bo ava kirina jiyanêkî azadeê emê ji bo avakirina jiyaneke azad hemû hewildanên xwe bikin.
Şikandina deriyên zindanan ku sembola desthilatdariyê, mêrsalariyê û di rastiyê de heman zihniyeta dewlet-neteweyê ne, dikare me gavekê nêzîktirî azadî, demokrasî û wekheviyê bike.
Azadî ji bo Zeyneb Celaliyan û hemû girtiyên siyasî re
Jin, Jiyan, Azadî
* Endama Koordînasyona KJAR'ê Denîz Derya