Şoreşa Rojava 14 salî ye: Ji berxwedanê ber bi modela civakî ve

Şoreşa Rojava, 14 salan di navbera şer û pêvçûnan de ezmûnek nû ya jiyanê danî holê. Ev ezmûna ku li ser bingeha azadiya jinan, neteweya demokratîk û jiyana hevpar a gelan hatiye avakirin û lêgerîna ji berxwedanê ber bi modela civakî ve ye.

ŞOREŞA ROJAVA

Sedsala dawî ya Rojhilata Navîn bi darbeyan, dagirkerî, şerên mezhebî û polîtîkayên netewe-dewletê yên çaresernekirinê teşe girt. Her çiqasî li gelek dewletan desthilatdariya siyasî guherîn jî, şêweya zilmê wekî xwe ma. Nasnameyên cûda hatin redkirin, jin ji qada civakî hatin dûrxistin û jiyana hevpar a gelan di bin siya nîjadperestî û siyaseta mezhebî de man. Tam jî di erdnîgariyek wisa de Şoreşa Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê dest pê kir, di nava demeke kurt de belavî Efrîn û Cîzrê bû û li ser bingeha jiyana hevpar a nasnameyên cûda hatiye avakirin wekî xaleke werçerxê ya dîrokî hat tomarkirin. Ev şoreş ji modela demkî ya rêveberiyê ku di valahiya şer de derket holê wêdetir, berhema dehan salan a amadekariyên siyasî, civakî û îdeolojîk bû.

Şoreşa me îro kete sala 14’emîn. Di vê demê de bi êrîşên DAÎŞ, rejîma Baas, dewleta Tirk, komên çete yên cûrbecûr û HTŞ’ê re hatiye ceribandin. Lê tevî van hemû êrîşan, hêmana bingehîn a ku mayîndebûna şoreşê misoger kiriye modela wê ya rêxistina civakî ya ku li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ava bûye.

Çîroka Şoreşa Rojava, dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1979’an de derbasî Sûriyeyê bû dest pê kir. Ev yek di heman demê de ji bo rêxistinkirina Kurdên ku bi salan di bin zilm û zordariya Baasê de jiyane bingehek danî. Kurd di wan salan de bi polîtîkayeke asîmîlasyonê ya dijwar re rû bi rû man. Bi hezaran kes ji hemwelatîbûnê bêpar hatin hiştin, zimanê Kurdî di qada giştî de hat qedexekirin, navên gelek gundan hatin guhertin û hewl hat dayîn ku avaniya demografîk bi polîtîkayên erdê re were guhertin. Di çarçoveya polîtîkaya "Kembera Erebî" de, li deverên ku nifûsa Kurdan lê zêde bû, cihên Ereban hatin avakirin û vî awayî qelskirina têkiliyên civakî hat armanckirin.

Di rewşeke ewqas dijwar de, hewldanên rêxistinî tenê bi perwerdekirina kadroyên siyasî re sînorkirî nema. Tam jî di vir de wekî ku Rêber Apo binê wê xêz kiriye, ew çûn ba gel, bi wan re axivîn. Li gund, tax û bajaran civînên gel hatin lidarxistin. Rêxistinên ciwanan hatin avakirin û jinan cara yekem wekî kirdeya siyasî û serbixwe xwe bi rêxistin kirin. Paradîgmaya neteweya demokratîk bîst salan li her derê gav bi gav hat honandin. Piştî ku Rêber Apo di encama komploya navneteweyî ji neçarî ji Sûriyeyê derket, hewldanên rêxistinî hîn bêtir zêde bûn.

SERHILDANA QAMIŞLOYÊ RÊ LI BER SERDEMEKE NÛ VEKIR

Nîşaneya serdemeke nû ya li Sûriyeyê piştî bûyerên di sala 2014’an a maça futbolê ya Qamişloyê dest pê kirin de hate dayîn. Di maçê de êrîşên nijadperestî yên li dijî Kurdan di demeke kurt de veguherîn bertekên gel ên girseyî. Di encama destwerdana dijwar a rejîma Baasê de, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes hatin binçavkirin. Vê bûyerê hişt ku daxwazên civakî yên tepeserkirî bên xuyarkirin.

REJÎMA BAASÊ ÊRÎŞ KIR

"Bihara Gelan" a ku di sala 2011’an de li Rojhilata Navîn dest pê kir, pêşî li Derayê û piştre jî li tevahiya Sûriyeyê belav bû. Her ku xwepêşandan veguherî pevçûnên çekdarî, rejîmê kontrola li gelek herêman winda kir. Li aliyekî hêzên rejîmê û li aliyê din komên çekdar ên muxalîf yên cûrbecûr li gelek bajarên welat şer kirin, Sûriye bi beşdarbûna hêzên navneteweyî bi lez ket nav şerekî pirqatî.

Lê li Rojava rêyek cûda, yanî ”xeta sêyem" hat meşandin. Li şûna ku di pevçûnan de alî bigirin, gele polîtîkaya avakirina saziyên xwerêveberiyê pêşxist. Di vê çarçoveyê de, komîteyên taxan hatin avakirin, yekîneyên ewlehiyê hatin avakirin, meclisên herêmî lez dan amadekariyên xwe û jinan rêxistinên xwe yên serbixwe berfireh kirin. Her wiha gel li hember valahiyek desthilatdariyê dest bi avakirina saziyên xwe kir.

LI KOBANÊ DÎROK JI NÛ VE HAT NIVÎSANDIN

Gelê Kobanê di sihara 19’ê Tîrmeha 2012’an de daket kolanan. Dema ku hêzên Baasê ji bajêr vekişiyan, meclisên gel û rêxistinên herêmî rêveberî dewr girtin. Ev guhertindi nava demek kurt de li Efrîn û Cîzrê belav bû. Bi vî awayî serdemeke nû ya ku wekî "Şoreşa Rojava" hat nasîn, destpê kir. Şoreş bi guhertina destan ên avahiyên rêveberiyê re sînorkirî nema; modelek nû ya rêveberiyê ku gel rasterast beşdarî pêvajoyên biryardanê dibe hat avakirin. Ji bilî Kurdan, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen û Çeçen beşdarî mekanîzmayên nû yên rêveberiyê bûn. Ev model, berevajî hişmendiya netewe-dewletê li şûna nasnameyek yekane, nêzîkatiyek pir-nasnameyî û li şûna navendîbûnê demokrasiyeke herêmî wekî rêgez pejirand.

JIN CARA YEKEM BÛN KIRDE

Yek ji aliyên herî balkêş ê vê pêvajoyê cara yekem jin di her qadên civakî de bûn kirdeya avakar. Li her saziyê dest bi pergala hevserokatiyê hat kirin, meclisên jinan hatin avakirin, mekanîzmayên biryargirtinê yên serbixwe yên ku mafên vetoyê yên jinan jî di nav de ne hatin afirandin û temsîliyeta jinan ji aboriyê bigire heya perwerdehiyê, ji edaletê bigire heya dîplomasiyê di hemû qadan de hat mecbûrîkirin.

Ev guhertin, paradîgmaya azadiya jinan a Rêber Apo di nava civakê de jiyanî bû. Damezrandina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di heman demê de aliyê parastina civakî jî derxist holê.

DERKETINA DAÎŞ'Ê

Lê hîn mehên pêşîn ên şoreşê bûn. Modela jiyana nû ya ku hatibû avakirin, di demek kurt de hem bi rejîma Baas û hem Rojhilata Navîn û hem jî dîroka cîhanê wê bi yek ji avahniyên çekdarî yên herî tarî re rû bi rû bimîne. Êrîşên DAÎŞ’ê yên ji sala 2013’an û pê ve wê Şoreşa Rojava bikişînin nav berxwedanek ku ji bo tevahiya cîhanê diyarker be. DAÎŞ di sala 2014’an de bi desteserkirina Misûlê re veguherî avaniyek cîhadîst ku erdnîgariyeke berfireh dagir kir, çekên wê yên giran hebûn û li gelek welatên cîhanê milîsên wê hebûn.

Li Sûriyeyê, baajrê Reqayê wekî "paytexta xîlafeta xwe" ragihand, li bajarên ku dagir kir komên olî yên cûda, civakên etnîkî û her kesê ku girêdana xwe raber nekirin bi zordariya sîstematîk re rû bi rû man. Komkujî, koçberkirina bi darê zorê, kolekirin û wêrankirina mîrata çandî krîza mirovî kûrtir kir. Ev rewş di heman demê de ji bo modela rêveberiya nû ya ku li Rojava pêş dikeve, gefeke hebûnî derxist holê. Ji ber ku hişmendiya desthilatdariya navendî û mutleq a ku ji hêla DAIŞê ve hatî pejirandin û demokrasiya herêmî ya ku li Rojava tê ceribandin, rola jinan a di jiyana giştî de û fikra rêveberiya hevpar a gelên cûda du nêzîkatiyên dijber temsîl dikirin.

ÊRÎŞÊN YEKEMÎN

DAÎŞ û komên çekdar ên girêdayî wê di sala 2013’an de di serî de Serêkaniyê êrîşî gelek herêman kirin. Cihên niştecihan zirarên mezin dîtin û bi hezaran kes neçar man ku malên xwe biterikînin. Şikestina esasî di havîna 2014’an de pêk hat.

ŞENGAL: QIRKIRINA KU CÎHANÊ TEMAŞE KIR

DAÎŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî herêma Şengalê ku Êzidî lê dijîn kir. Bi hezaran kes hatin qirkirin, jin û zarok kirin kole û bi sed hezaran kes neçar man ku malên xwe biterikînin. Îro hîn jî aqûbeta bi hezaran kesan ne diyar e.

BERXWEDANA SEDSALÊ

Bi deh hezaran kesên ku xwe spartin Çiyayê Şingalê, bi rojan di bin dorpêçê, tî û birçî têkoşîna jiyanê meşandin. Di vê pêvajoyê de, bi saya korîdorên ku ji hêla PKK’ê ve hatin vekirin û têkoşîna wê yê li dijî DAÎŞ’ê gelek sivîl veguhastin cihên bi ewle. DAÎŞ piştî êrîşa Şengalê çend hefte şûnde bi hemû hêza xwe berê xwe da Kobanê.

Di Îlona 2014’an de dorpêçkirin dest pê kir. Armanca DAÎŞ’ê ew bû ku bi dagirkirina vî bajarî re xwe li bakurê Sûriyeyê berfireh bike û modela rêveberiyê ya li Rojava hatiye damezrandin têk bibe. DAÎŞ a ku bi çekên giran, tank û alavên leşkerî yên li Mûsilê desteser kiribû pêşve diçû, di demeke kurt de kontrola bi dehan gundan xist destê xwe. Bi sed hezaran sivîl neçar man ku ber bi sînorê Bakur ve koçber bibin. Li navenda bajêr YPG û YPJ bi derfetên sînorkirî dest bi parastinê kirin. Kolan bi kolan, tax bi tax pevçûn bi mehan berdewam kirin. Berxwedan di nava demeke kurt de bû yek ji qadên şer ên ku çapemeniya navneteweyî herî zêde dişopîne.

ÎRADEYA YPJ’Ê

Yek ji aliyên balkêş ên berxwedana Kobanê, şervanên jin li eniyên pêş bûn. Ajans û rojnameyên navneteweyî xuyabûna jinan a di qadên leşkerî û siyasî ya li Rojhilata Navîn li ser mînakên Kobanê dest bi nîqaşan kirin . YPJ veguherî sembola têkoşîna azadiya jinan.

Her ku dorpêçkirina Kobanê pêşve diçû, li gelek bajarên cîhanê xwepêşandanên hevgirtinê hatin lidarxistin. Ji Ewropayê heta Emerîkaya Latîn, ji Emerîkaya Bakur heta Awûstûralya, li gelek bajaran bangên piştgiriyê ji bo şerê li dijî DAÎŞ’ê hatin kirin. Bi dehan şoreşgerên enternasyonalîst tberê xwe dan Rojava û tevlî berxwedanê bûn. Berxwedana nav bajêr û piştgiriya hewayî bi hev re pêşveçûna DAÎŞ’ê hêdî kir. Û piştî pevçûnên bi mehan, di Çileya 2015’an de DAÎŞ ji Kobanê hat derxistin.

PÊNGAVA MINBICÊ

Lê DAÎŞ’ê ji Reqayê heta Dêrazorê hebûna xwe berdewam dikir. Piştî Kobanê, yek ji armancên herî girîng Minbic bû. Minbic ji ber cihê wê yê stratejîk a di navbera Heleb û Reqayê de ji bo DAÎŞ'ê navendeke lojîstîkî ya girîng bû. Ji ber nêzîkî sînorê Tirkiyeyê, xeta derbasbûna çeteyan bû, girîngiya wê ya leşkerî zêde kir. Êrîşa Minbicê ku di Hezîrana 2016'an de dest pê kir, piştî şerp dijwar ê nêzîkî du mehan bi encam bû. Bi zadkirina Minbicê re, yek ji girêdanên sereke yên DAÎŞ'ê di navbera Tirkiye-Reqayê de hat qutkirin.

 

Piştî Minbicê Kurdan berê xwe dan "paytexta xîlafeta DAÎŞ'ê" Reqayê. Lê dorpêçkirina Reqayê divê pêşî Tebqayê ya ku stratejîk bû, bihata azadkirin . Di encama operasyona sala 2017'an de bajar û derdora wê ji DAÎŞ'ê hatin girtin.

XILAFETA DAÎŞ'Ê HILWEŞIYA

Reqa navenda xebatên siyasî, leşkerî û propagandayê yên DAÎŞ’ê bû. Pêngava Reqayê ya ku di sala 2017’an de dest pê kir, ji bo DAÎŞ’ê bû yek ji windahiyên mezin. Di encama têkoşîna bi mehan, bajar di Cotmeha 2017’an de ji çeteyan hat paqijkirin. Pêngava Baxozê ya sala 2019’an ji bo erdên dawî yên DAÎŞê yên li Sûriyeyê bû. Cîhadîstên ku bi herêmeke piçûk a li qeraxên Çemê Firatê asê mabûn, ji wir cara dwî êrîşî Kurdan kirin. Di Adara 2019’an de bi azadkirina Baxozê re serweriya DAÎŞ’ê ya li Sûriyeyê bi dawî bû.

GELÊ KU BI SALÊN ŞER RE VEGUHERÎ

Pêvajoya ku di sala 2012’an de dest pê kir, di nava salan de ne tenê sînorên siyasî, di heman demê de awayê rêxistinbûna civakê jî guhert. Saziyên ku di şert û mercên şer de hatibûn avakirin, hewl dan ku mayînde bikin, meclisên herêmî hatin berfirehkirin, rêxistinên jinan hatin xurtkirin û di qadên perwerde, tenduristî û aboriyê de avaniyên nû hatin afirandin. Lê lêçûna şer giran bû. Bi hezaran kes şehîd bûn, bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bûn û çavkaniyên aborî bi piranî kêm bûn. Wekî din ambargo û rewşa şer a domdar jiyana rojane dijwar kir. Tevî van hemû mercan jî modela Rojava di nava şer de ezmûna rêveberiya alternatîf pêşkêş kir.

Bi kurtasî di serdema ku têkçûna DAÎŞ’ê dest pê kir de ji bo Rojava qadeke nû ya têkoşînê vekir. Her çiqasî lêgerîna ji bo naskirina navneteweyî û çareseriyek siyasî ya mayînde ji aliyekî ve berdewam kir, gefên leşkerî û şerê desthilatdariya herêmî jî berdewam kir. Rojava êdî ne tenê avaniyek ku li dijî DAÎŞ’ê şer kir; bû yek ji aktorên navendî yên nîqaşên li ser pêşeroja Sûriyeyê. Lê serdemek nû û ne diyar li pêşiya wê bû. Hevsengiya hêza Sûriyeyê wê biguhere, pêşeroja rejîma Baasê wê were nîqaşkirin û aktorên nû wê derkevin holê.

LI HEMBERÎ ŞOREŞÊ ENIYÊN NÛ AVA BÛN

Bi bidawîbûna şerê li dijî DAÎŞ’ê re hevsengiya hêza Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ket qonaxek nû. Bi paşveçûna gefa DAÎŞ’ê re, pêşîniyên hêzên hegemonîk ên herêmî guherîn. Dewleta Tirk xurtbûna Kurdan û Rêveberiya Xweser a Demokratîk wekî "gefek li ser ewlehiya xwe" ji cîhanê re bazar kir. Ev tê wateya destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên nû li dijî şoreşê.

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK

Dewleta Tirk û çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) di sala 2018’an de dest bi dagirkirina Efrînê kirin. Efrîn di nav sîstema Rojava de yek ji herêmên girîng bû. Di encama êrîşên dijwar ên ku nêzîkî du mehan berdewam kirin de bajar hat dagirkirin. Bi hezaran kes hatin qetilkirin û koçber bûn.

Di Cotmeha 2019’an de, bi pejirandin û vekişîna DYE’yê, Tirkiyê dest bi dagirkirinek nû ya xeta Serêkaniyê û Girê Spî kir. Her du bajar jî hatin dagirkirin. Dewleta Tirk ji bo "herêmek tampon" a kûrahiya 32 km ferz kir. Ev geşedan ji nê ve teşe da stratejiya ewlehiyê ya Rojava.

REJÎMA BAASÊ SEDEMA SEREKE YA KRÎZÊ BÛ

Dîroka 14 salan a Şoreşa Rojava têkildarî pêşeroja Sûriye û Rojhilata Navîn teşe da nîqaşên berfireh. Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir, bi salan di bin kontrola rejîma Baasê de berdewam kir. Lê paşketina aborî, leşkerî û siyasî ya ji ber şer derket holê, hêdî hêdî bandora rejîmê li ser welat qels kir. Di salên piştre de, bi destwerdanên hêzên navneteweyî û herêmî yên cûrbecûr, Sûriye veguherî qadeke tevlihev ku gelek aktor lê bi bandor bûn.

Serdema nû ya ku bi hilweşîna rejîma Baasê derket holê, pirsa Sûriye wê çawa ji nû ve were avakirin anî rojevê. Yek ji nîqaşên bingehîn ên di pêvajoya siyasî ya nû de ev bû ku gelo modela dewleta navendî wê berdewam bike an na.

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaz kir ku modela demokrasiya herêmî û rêveberiya piralî ya ku bi salan diparast di avaniya destûrî ya Sûriyeya nû de cih bigire. Ev tê wateya ji nû ve avakirina Sûriyeya ku li ser avaniya demokratîk gel, bawerî û herêmên cûda bi rêya saziyên xwe yên herêmî têne temsîlkirin.

DERKETINA HTŞ’Ê

Yek ji aktorên ku di salên dawî yên şerê Sûriyeyê de derket holê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) bû. HTŞ ji veguherîna cîhadîstên Cebhet el-Nusra ya girêdayî El-Qaîdeyê derket holê û bi taybetî li herêma Îdlibê bi bandor bû. HTŞ’î di nava demê de îdia kir ku li pey rewatiya navneteweyî ye û xeteke siyasî ya ji berê cûda dişopîne. Lê li qadê rewş niha berevajî ye.

 

Rewşa HTŞ’ê di nav hevsengiya nû ya Sûriyeyê de di aliyê Rojava de sernaveke girîng e. Ev ji ber ku modela ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, pergala pirrengiya etnîkî û olî esas digire xwe dispêre temsîliyeta siyasî ya jinan û li ser meclisên herêmî ava bûye. Lê polîtîkayên HTŞ’ê xwe dispêre rejîmeke navendî û tekparêzî. Ji ber vê yekê, pirsa sereke ji bo pêşeroja Sûriyeyê ev e ku wê civakek çawa û hişmendiya rêveberiyek çawa ava bibe.

LI DIJÎ PERGALA KAPÎTALÎST, XWESERIYA DEMOKRATÎK

Dema ku mirov li 14 salên derbasbûyî dinêrin, dibînin ku yek ji têgehên bingehîn ên Şoreşa Rojava têgeha "xweseriya demokratîk" a ku Rêber Apo li ser disekine. Ev model berevajî têgeha klasîk a "dewleteke serbixwe", gelên herêmê bi rêya saziyên xwe beşdarî girtina biryaran dibe, esas digire. Komunên taxan, meclisên herêmî, şaredarî, rêxistinên jinan û avaniyên ku civakên cûda temsîl dikin wekî pêkhateyên bingehîn ên vê pergalê hatin avakirin. Her wiha di şert û mercên şer de xebatên pêkanîna vê modelê wê di siyaseta herêmî de kir ezmûnek balkêş.

AZADIYA JINAN

Bandora herî girîng a ku şoreşê girîng kir, pozîsyona jinan di jiyana siyasî û civakî de bû. Rêxistinkirina jinan a di qadên rêveberî, dîplomasî, aborî, perwerde û hiqûqê de guhertinek girîng di avaniyên civakî yên kevneşopî yên herêmê de çêkir. Pergala hevserokatiyê, meclîsên jinan û rêxistinkirin mînakên herî şênber ên vê ezmûnê ne. Dîsa berxwedana YPJ’ê ya di şerê li dijî DAÎŞ’ê de li Rojhilata Navîn rola ku ji jinan re hatibû diyarkirin, anî asta lêpirsînê. Ji ber ku temsîliyeta jinan ne tenê wekî hejmarî, wekî ji nû ve avakirina têkiliyên civakî hat destgirtin. Ev jî mafdariya teza Rêber Apo, “Heta ku jin azad nebe civak azad nabe” danî holê.

RÊVEBERIYA PIRRENG Û PIRNASNAMEYÎ

Aliyekî din ê girîng ê ezmûna Rojava gelên cuda di bin heman sîwana rêveberiyê de tên temsîlkirin. Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen û civakên din di nav avaniya rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girtin. Ev rewş ji têgeha beriya şer a neteweya yek nasnameyî ya Sûriyeyê, lêgerîna siyasî ya cûda temsîl dike. Îro, perwerdehiya bi hemû zimanan tê dayîn, di qada giştî de xuyabûna çandên cuda û mekanîzmayên temsîlkirina herêmî bûne kevirên bingehîn ên vê pergalê.