Bila girtiyên nexweş Pamuk û Oduncu bên berdan

Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş Abdurrahîm Pamuk û Zerdeşt Oduncu kirin.

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 619’emîn de çalakiya xwe berdewam kir. Çalakî li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê hate lidarxistin û daxuyanî hate dayîn. Endamên Înîsiyatîfê û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dermankirin maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin” hat vekirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdurrahîm Pamuk. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci ve hate xwendin.

Li Stenbolê jî di hefteya 747’an a çalakiya “Rûniştina F” de banga berdana girtiyê nexweş Zerdeşt Oduncu hate kirin.