4 xebatkarên şaredariya Dîwaniye hatin binçavkirin

Desteya Destpakî ya Iraqê ragihang ku 4 endamên komîsyonek a rêveberiya Şaredariya Dîwaniye bi tometa gendeliyê hatin binçavkirin.

Desteya Destpakî ya Iraqê di derbarê binçavkirina çar karmendên şaredariya parêzgeha Dîwaniye daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Tîma Ofîsa Lêkolînê ya Dîwaniyeyê, di serdegirtina Rêveberiya Şaredariya bajêr de, serok û endamên komîsyonekê ku ji 4 kesan pêk tên, binçav kirin. Hat ragihandin ku serokê komîsyonê bixwe berpirsê Beşa Hiqûqî ya şaredariyê ye.

Her wiha hatiye ragihandin ku tometbarên hatîn binçavkirin, ji bilî destkarîkirin û sextekariya di belgeyan de, destûr dane ku rênivîsên tapokirina zeviyan bi awayek ne yasayî bên kirin.