Veguherîna şerê navxweyî ya ‘Bihara Ereban’ ku li Sûriyeyê bandor li beşeke girîng a erdnigariya Ereban kir, deriyên Şoreşa Rojava vekirin. Derketina tevgerên Îslamî yên radîkal ên weke DAÎŞ’ê, destwerdanên Rûsya, Îran, Tirkiye û DYE’yê bi qasî derfetan bûn sedema windahiyan. Hebûna birêxistinkirî ya berê ya Kurdên li Rojava, avantajên konjonktura siyasî yên li herêmê pêk hatine, paradîgmaya xîtabî gelan û bi taybetî jî jinan dike û ya herî girîng jî di şerê li dijî DAÎŞ’ê de serkeftinên hatine bidestxistin faktorên sereke ne ku rê li ber çêbûna Şoreşa Rojava vekirine. Pareke mezin a jihevûdutemamkirina dînamîkên navxweyî û faktorên derve yên şoreşê heye. Şoreşa Rojava ya ku li gel windakirina otorîteya rejîma BAAS’ê ya li herêmên Kurdan a di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de, her çend bi temamî dawî li hebûna rejîmê neanîbe jî li gel parastina xwe ya cewherî dest bi avakirina Rêveberiya xwe ya Xweser kiriye. Di sala 2014’an de li gel têkbirina DAÎŞ’ê sînorên Rêveberiya Xweser berfireh bûne û navê ‘Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ standiye.
ŞER BERDEWAM DIKE
Di 27’ê Mijdara 2024’an de li gel alîkariya hêzên navneteweyî rêxistina HTŞ’ê ku navenda wê li Îdlibê ye, anîn ser Sûriyeyê û girêdayî vê yekê statuya filê ya Rêveberiya Xweser ku weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihat zanîn, bi dawî bû. Şoreşa Rojava ya 12 salan, li gel armanc û hedefên xwe ji aliyê herêmê ve tecrûbeyeke şoreşê ya gelekî girîng e. Dersên girîng ên ku divê hem ji rewşa pêşketinê û hem jî ji kêliyên şikestinê werin derxistin, hene. Hewcehî bi tespîtkirina faktorên navxweyî û derve yên rê li ber vê yekê vekirine û rastxwendina pêvajoyan heye. Şoreşa Rojava; beriya her tiştî ji pêvajoyeke şoreşî ku tê de serûbinbûn pêk hatin, wêdetir li ser zemîneke ku valahiyên rêveberiya navendî ku ji aliyê faktorên derve hatine meydanê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê li ser zemîneke şemitok a lê şer heyî pêş ketiye. Bi qasî avantajên ku zemîna heyî pêşkêş kirine, dezavantajên wê jî çêbûne. Beriya her tiştî divê were diyarkirin ku Paradîgmaya Civaka Demokratîk a rê nîşanî Şoreşa Rojava daye, gelekî bala gelan kişandiye û ji bo wan girîng e. Li gel têkbirina DAÎŞ’ê jî sempatiya gelên cîhanê hate bidestxistin. Têkarî li pêşketina ruhê piştevaniya enternasyonal kiriye. Şoreşgerên pêşeng ên gelan, sosyalîst, anarşîst û femînîstên li seranserê cîhanê berê xwe dan Rojava, bi xwe di nava pratîkê de cih girtine û bûne perçeyên şoreşê.
XETA PARASTINA CEWHERÎ YA ŞOREŞÊ
Ji bo sazbûna şoreşê hewldanên mezin hatin kirin, lê ev tişt wekî ku dihate xwestin daimî nebû. Serkeftina şoreşê di heman demê de xwespartina wê ya li ser parastina cewherî ye. Hêzên parastinê yên wekî YPG-YPJ’ê û piştre jî QSD, bûn hêzên bingehîn û dînamîk ku şoreş parastin û pêş xistin. Tevlîbûna vê hêzê ya di nav operasyonên koalîsyona navneteweyî de, rewayiyeke mezin da wê. Di têkiliyên dîplomatîk de wekî saziyeke mûxateb derket pêş. Hêza Parastina Cewherî (HPC) ku wekî rêxistineke leşkerî ya li ser bingeha parastina cewherî li herêman hat avakirin, hat xwestin ku çalak bibe. Hemû hêzên leşkerî li gorî stratejiya parastinê bi hev re hatin girêdan. Lê belê, di encamê de dema ku rêveberiya Şamê dest guherand, derket holê ku vê sîstemê nekarî rola xwe ya pêwîst bi tevahî bilîze. Piştî ku HTŞ’ê êrîşî taxên Kurdan ên li Helebê û piştre jî êrîşî herêmên Dêr Hafir, Dêrezor, Reqa û Tebqayê kir û ev cih ji dest çûn, divê mirov li ser lawaziya ku QSD’ê ketê bisekine û dersan derxîne.
Ger em li gorî encaman binirxînin, feyde heye ku em rewşa civakî ya civaka Kurd û Ereb bidin ber çavan. Avahiya navhev a QSD’ê her çend yekîtiya her du gelan nîşan bide jî, di heman demê de lawaziya wê ye jî. Di bêbandorkirina QSD’ê de bandora vê avahiya civakî mezin e, ji ber ku metirsiya veguherîna êrîşên dawî ya ji bo şerê Kurd û Ereban hebû. Faktorên din ên ku xeta parastina cewherî asteng kirin ev in: Hêzên leşkerî di warê hejmar, kalitet, alavên teknîkî, şiyana liv û tevgerê û perwerdehiya pisporiyê de ji hewcedariyê zêdetir xwe sipartin hêzên koalîsyonê yên di bin pêşengiya DYE yê de û xwe li gorî vê yekê bi cih kirin.
DI ŞOREŞÊ DE XWESERÎ Û AZADIYA JINÊ
Bêguman yek ji stûnên herî girîng ên Şoreşa Rojava, jin e. Pêşketina şoreşê ya ku pêk hat, rola jinê û hêza wê ya di civakê de bi asteke mezin derxist holê. Bûyîna sîstema hevserokatiyê di hemû saziyan de, ji bo pergalên rêveberiyê yên mîna Rojhilata Navîn ku hişmendiya mêrsalar lê serdest e, modelek e. Di qada leşkerî de jî avabûna artêşa jinê YPJ’ê, hêza jinê ya di şoreşê de îspat kir. Di guhertina hişmendiya civakê de para têkoşîna jinê nayê piçûkxistin.
Pêşengiya jinê hêza xwe di qada pratîk de nîşan daye. Saziyên jinan jî bi heman rengî pêşketinek bi dest xistine. Şoreşa Rojava bi wateyekê, zemînekî mezin û fersendeke wisa afirand ku jin bikaribe hêza xwe ya rêxistinî, tecrube, kalîte û kapasîteya xwe derxist holê. Rêxistinên jinan çiqasî ji van fersendan sûd wergirtine ev mijareke din a nirxandinê ye, lê mirov dikare bêje ku ji bo pêşketin û geşbûna azadiya jinê derfetên fireh hatine bidestxistin. Hewldana jinê ya ji bo avakirina xwe ya di her qadê de bûye destkeftiyeke girîng a şoreşê. Di hemû qadên ku nûnertiya jinê lê heye de, di pratîkkirina xeta azadiya jinê de zehmetî jî hene. Di demeke ku şert û mercên şer û ewlehiyê bandorên neyînî dikin de, ji ber ku pêşketineke yekser û bêpirsgirêk ne gengaz e, ev rewş bûye asteng ku encamên tê xwestin bi tevahî werin girtin.
DI ŞOREŞÊ DE EZMÛNA RÊVEBERIYA XWESER
Serkeftina herî mezin û berçav a şoreşê ew e ku gelên Sûriyeyê piştî salên dirêj ên bin zexta rejîmên leşkerî, cara yekem mafê xwerêveberiyê bi dest xistin. Sîstema xweser ku tê de gelên ji netewe û olên cuda mafê temsîliyetê girtin û bûn xwedî gotin, bû mînakeke girîng. Vê sîstemê ezmûn û tecrubeyeke mezin derxist holê. Ev ezmûn, ji bo pratîkirina modela civaka demokratîk pêngaveke gelekî girîng e. Di her qada ku civakê hewcedarî pê hebû de saziyek hat avakirin. Ev sazî di nav xwe de xweser û azad in. Ji perwerdehiyê heta tenduristiyê, ji aboriyê heta çand û hunerê, ji şaredariyan heta ewlehiya hundurîn, hemû sazî di nav Rêveberiya Xweser de cih digirin.
Di destpêkê de modela kantonan wekî bingeh hat girtin. Xweseriya kantonan ji bo vê sîstemê modelekî guncav bû. Lê belê di rewşa îro de ev modela kantonan hat derbaskirin. Ji ber ku erdnîgariya Kurdan a li Rojava parçe parçe bû, modela kantonan derketibû pêş. Di avakirina saziyan de sîstemeke Rêveberiya Xweser a hevpar hat meşandin. Modela navendî ya rejîma berê bi tevahî hat derbaskirin. Her çend hat xwestin ku sîstemeke ji derveyî dewletê were avakirin jî, qutbûna temam a ji dewletê zehmetiyên xwe nîşan dan. Di qada navneteweyî de statûya Rêveberiya Xweser bi fermî nayê naskirin. Li derve nûnertî hatibin vekirin û têkiliyên dîplomatîk hatibin danîn jî, statûya wê ya fermî nehatiye qebûlkirin. Şandeyên dîplomatîk li paytextên wekî DYE, Rûsya û Ewropayê li ser navê Rêveberiya Xweser tên qebûlkirin û di asta serokdewletan de dibin mûxateb, lê dema mijar tê ser statûya Rojava, ji naskirina fermî direvin.
PIRSGIRÊKÊN ENTEGRASYONA XWESERIYÊ
Têkiliyên di navbera rêveberiya Şamê û Rêveberiya Xweser a Rojava de ne di asta naskirina xweseriyê de ne. Hevdîtin çêdibin û kanalên têkiliyê vekirî ne, lê ev têkilî pir ji mûxatebgirtina Rêveberiya Xweser dûr e. Komîteyên di bin banê Rêveberiya Xweser de niha hene, lê li aliyekî jî xebatên entegrasyona bi dewletê re dimeşin. Entegrasyona Şoreşa Rojava bi hikûmeta Şamê re mijareke meraqê ye, lê heta niha tu pêşketin çênebûye. Rêveberiya Şamê ne di wê hêzê de ye ku hemû saziyên Rojava dewr bigire û ji bo vê yekê ne amade ye. Ji ber vê yekê mirov nikare behsa entegrasyoneke cidî bike. Ev entegrasyona ku tê gotin çêbûye, tenê ji sê alayên leşkerî yên di nav artêşa Sûriyeyê de û tevlêkirina hêzên asayişê ya di nav saziya fermî ya dewletê de pêk tê. Di saziyên din ên Rêveberiya Xweser de hêj xebateke pratîkî ya entegrasyonê dest pê nekiriye. Ji ber ku ev kar di asta rêveberiyên saziyan de çênebûye, axaftina li ser siberojê dê ne rast be. Parastina statûya saziyên xweser û montekirina wan a li nav dewletê wekî pirsgirêkeke mezin li pêşiya me rawestiyaye. Gava mirov bifikire ku Tirkiye fikir dide Şamê, di vê qonaxê de zehmet e ku rêveberiya Şamê statûyên Kurdan û destkeftiyên şoreşê qebûl bike.
NE ENTEGRASYON, ARMANC TASFIYEKIRIN E
Karên ku di navbera Şam û Rojava de tên kirin, naşibin entegrasyonê. Di rastiyê de saziyeke wisa ya dewletê tune ye ku mirov pê re bibe yek. Entegrasyona bi rêveberiyeke dewletê ya tenê li ser kaxezê û saziyên wê yên lewaz re ne tiştekî maqûl e. Li Sûriyeyê hewl tê dayîn ku sîstemeke navendî û kevnar a dewletê were avakirin. Vê yekê jî bi zorê û bi komkujiyan dikin. Bi komkujiyên li ser Elevî û Durziyan û herî dawî bi êrîşên ji Helebê heta qadên Rêveberiya Xweser, dixwazin sîstema navendî ava bikin. Ev sîstema navendî dixwaze destkeftiyên şoreşê di bin navê entegrasyonê de desteser bike. Ji bilî Rêveberiya Xweser a Rojava, li seranserê Sûriyeyê tu kes bi peyva entegrasyonê nizane. Ji ber ku ol û kêmneteweyên din ne xwedî sazî û pergalên birêxistinbûyî ne, pirsgirêkeke wan a wisa tune ye. Ev xebat tenê di saziyên Rojava de hene. Ji bo entegrasyonê planeke eşkere û zelal tune ye. Kaxezeke fermî ya ku her du alî li ser lihev kirine jî tune ye. Li ser saziyan nêzîkatiyeke yekalî, bi zorê û bi armanca tasfiyekirinê tê meşandin.
XETERE Û ERKÊN LI PÊŞIYA ROJAVA
Li hemberî xetereyan divê mirov bi aqilmendî nêzîk bibe û tedbîrên polîtîk û pratîk bigire. Erka herî lezgîn a vê heyamê, parastina destkeftiyên li Rojava ne. Eşkere ye ku hikûmeta Şamê di bin navê entegrasyonê de, bi daxwazên yekalî dixwaze saziyên xweser û destkeftiyan gav bi gav ji navê rake. Li hemberî vê yekê bi bêdengî man nabe rêbaza parastinê. Ev nêzîkatî ji aliyê taktîkî ve jî lawaz e. Helbet kes naxwaze pirsgirêk bigihêjin asta şer, lê mirov nikare li windabûna destkeftiyan jî temaşevan bimîne. Divê nerazîbûnên gel ên girseyî werin nîşandan, gel hişyar be û hêza civakê ya rêxistinbûyî bikeve tevgerê. Di her mijarê de divê gel were agahdarkirin; kişandina gel a nav rojeva siyasî û xwedîderketina wan a li helwesta polîtîk ji bo her tiştî girîng e. Hêzên navneteweyî bi rewakirina hikûmeta Şamê û avakirina Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe, dixwazin destkeftiyên Şoreşa Rojava tune bikin. Di van şert û mercan de, yekane cihê ku mirov xwe bispêrê, hêza rêxistinbûyî ya gel bixwe ye.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka