ROJEVA 18’Ê TÎRMEHA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Şoreşa Rojava, 14 salan di navbera şer û pêvçûnan de ezmûnek nû ya jiyanê danî holê. Ev ezmûna ku li ser bingeha azadiya jinan, neteweya demokratîk û jiyana hevpar a gelan hatiye avakirin û lêgerîna ji berxwedanê ber bi modela civakî ve ye.
Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku biryara DMME’ê ya “mafê hêviyê” derbarê Rêber Apo de 12 sal in nayê pêkanîn. Demîr destnîşan kir ku biryar mafekî bingehîn ê mirovan e û got ku ji bo pêşveçûna Pêvaoya Aştî û Civaka Demokratîk azadiya fîzîkî ya Rêber Apo neçarî ye.
Besiye Ozer ku 30 salan di girtîgehê de ma, rewşa dawî ya li girtîgehê û derbarê pêvajoya dewam dike de nirxandin kir. Ozer diyar kir ku ew di pêvajoya 30 salan de bêriya çiya û xaka xwe kiriiye û tevî dayika xwe ya ku piştî salan wê hembêz kir, ji ajansa me re axivî.
Turan Çil ê ji ber ku li dijî desteserkirina mafan a li Şaredariya Beşîktaşê derket, ji kar hate avêtin û berxwedana xwe ya 215 rojan 13 roj in bi greva birçîbûnê didomîne got, “Ji xeynî greva birçîbûnê tu rê ji me re nehiştin. Em dixwazin êdî ev pirsgirêk were çareserkirin.”
Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên winda û girtiyan bên şopandin.