ÎHD’ê di salvegera 40’an a damezrandina xwe de banga aştî û demokrasiyê kir

ÎHD’ê bi wesîleya salvegera 40’an a damezrandina xwe li Stenbol û Dersimê daxuyanî da û bang kir ku ji bo aştiya mayînde, dive gavên şênber bên avêtin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi boneya 40’emîn damezrandina ÎHD’ê li rawestgeha tramvayê ya Sûltanahmetê ya navçeya Fatîhê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dovîzên “Mirov bi mafê xwe mirov in”, “Em heqîqet û adelatê dixwazin” û “Nijadperestî sûcê mafên mirovan e” û pankarta “Em li pey heqîqetê ne û ji bo aştiyê israr in” hate vekirin. Rêveberên ÎHD, DEM Partî, HDK, partiyên siyasî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Jiyan Tosûn daxuyanî xwend.

Jiyan Tosûn anî ziman ku berî 40 salan dema ku mafên mirovan dihat binpêkirin 98 kesê bi wêrek ku parêzvanên mirovan hatin gel hev, komele ava kirin û wiha got: “Xizmên girtiyan, rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û gelek kes hatin gel gev û di 17’ê Tîrmeha sala 1986’an de ÎHD ava kirin. Ev ne tên damezrandinek bû, di heman demê de sekna wêrek a li dijî tirsê bû. Têkoşîn û heqîqeta li dijî înkarê bû. ÎHD ji dema ku hatiye avakirin ve li gel kesên ku îşkence li wan hatiye, girtiyên ku mafên wan hatiye binpêkirin, kesên ku xizmên xwe windakirine û kesên ku dengê wan nehatiye bihîstin sekinî ye. Ji ber ku têkoşîna mafên mirovan ne demkî ye. Parastina mafên mirovan ji bo her kesî, têkoşîna edalet, azadî û wekheviyê ye. Ji salên 90’î ve bi hezaran kes hatin kuştin û bi hezaran gund hatin şewitandin û polîtîkayên bêcezahiştinê hê didome. Di heman demê de ÎHD ji bo windakiriyan bi têkoşîna heqîqet û adelatê rabûye. Têkoşîna ku li Qada Galatasarayê dest pê kir, nîşaneya têkoşînê ye. Têkoşîna parastina mafên mirovan ji bo komeleya me jî giran bû, 23 hevalên me hatin kuştin, şaxên me hatin bombekirin û hatin girtin, bi hezaran hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Di sala 1998’an de serokê me yê giştî Akin Bîrdal ji bo têkoşîna xwe rastî êrişek hat û bi giranî birîndar bû. Di sala 2002’yan de li dijî serokê me yê giştî Husnu Ondul êrişêk pêk hat. Li dijî zextan têkoşîna ÎHD’ê bi salan e didome.”

Jiyan Tosûn destnîşan kir ku ÎHD ji dema ku hatiye damezrandin û heta îro li dijî şer û îşkenceyê sekinî ye û ev yek anî ziman: “ÎHD li dijî şer her dem aştiyê parasti ye. Ji ber ku em dizanin aştî bi bilindkirina adelet û demokrasiyê dê pêk were. Li pêşiya Tirkiyeyê ji firsendekî dîrokî heye. Piştî pêvajo dest pê kir me dît ku pêkanîna aştî û demokrasiyê pêkan e. Daxuyaniyên bidawîkirina şerê çekdarî ji bo siberojê gelek girîng e. Lê ji bo aştî mayînde bibe daxuyaniyên yek alî ne bes in. Hewcedariya gel a bi aştiyê heyet û gel ji bo mayîndekirina aştiyê nexşerêyekê dixwaze. Gel dixwaze ji pêvajoyê bawer bike. Ji bo wê divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) werin bicihanîn. Divê qanûna li dijî terorê were guherandin. Em ji bo aştî û azadiyê bi israr in. Em ê li pey heqîqetê bin. Kesên ku berî 40 salan ÎHD ava kirin nîşan dan ku parastina mafê mirovan bi her awayî pêkan e.”

Şaxa Dersimê ya ÎHD’ê jî bi pankarta “Em li pey heqîqetê ne, em ji bo aştiyê bi israr in” daxuyanî da û diyar kir ku têkoşîna mafên mirovan û daxwaza aştiyê wê bidome.