Eren Keskîn: Ji bo aştiya mayinde divê alî di mercên wekhev de bin

Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn anî ziman ku ji bo pêvajoya aştiyê ya mayinde pêwîste alî xwedî mercên wekhev be û got, "Mafê Hêviyê qenciyek nîne, mecbûriyetek e."

EREN KESKÎN

Di pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve beriya sal û nîvekê hate destpêkirin, helwesta desthilatdariya AKP-MHP'ê ku di mijara qanûna çarçoveyê de gavê neavêje dibe sedema nerazîbûnan.

Parêzvana Mafên Mirovan û hiqûqnas Eren Keskîn nîqaşên li ser qanûna çarçoveyê ji ANF'ê re nirxand û got, "Eger qala pêvajoyekê tê kirin, beriya her tiştî divê alî di nava mercên wekhev de bin."

Eren Keskîn ku bi salan şahidî ji polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dewletê yên li Kurdistanê re kir, bi bîr xist ku li gel sal û nîvek di ser axaftina Lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî ya li Meclîsê jî dewletê hîn gaveke şênber neavêtiye.

Keskîn bi bîr xist ku salek di ser merasîma şewitandina çekan re derbas bû û işaret bi girîngiya daxuyaniya li merasîmê kir. Hiqûqnas Eren Keskîn anî ziman ku rêxistinê ragihand ku dawî li karên çekdarî aniye, ji niha û pê ve têkoşîna demokratîk dipejirîne û destnîşan kir ku ev yek ji bo bidawîbûna pêvajoya şer gava herî bingehîn û girîng e.

Keskîn got, "Ev gav her kesên li vê erdnîgariyê, di serî de çîna karker û hemû beşên civakê rehet dike. Ji ber ku dewlet beşeke mezin a çavkaniyên xwe ji bo lêçûnên ewlekariyê bi kar tîne. Civîna Bilind a NATO'yê mînaka herî şênber a vê yekê ye. Em timî qalê dikin ku bêçekbûn tiştekî çawa nebaş e, lê belê Serokkomar bi xwe çekê diyarî beşdarên civîna bilind dike. Ev rewşeke îronîk û dudilî ye. Lê mixabin civakek nîne ku li ber vê rabe."

'MAFÊ HÊVIYÊ QENCÎ NÎNE, MECBÛRIYET E'

Di dewama axaftina xwe de Eren Keskîn ragihand ku bicihanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tercîhek nîne, lê belê mecbûriyetek e û got, "Lê belê ev yek bi cih nayê anîn. Ev bi serê xwe pirsgirêkeke mezin e. Eger Tirkiye li gorî rapora Meclîsê ya ku hemû partiyan mohra xwe danî binî li gorî biryarên AYM û DMME'yê tevbigere, îro ji xwe beşeke mezin a girtiyên siyasî wê bêne berdan. Di serî de Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, girtiyên ji doza Geziyê û girtiyên ji doza Kobanê wê azad bibin. Ji ber ku têkildarî hemûyan biryar hene.

Ya duyemîn jî mijara 'Mafê Hêviyê' ye. Li Tirkiyeyê mixabin 'Mafê Hêviyê' weke ku qenciyeke dewletê ye tê nîqaşkirin. Halbûkî ev qencî nîne, mecbûriyetek e. Ji ber ku Komara Dewleta Tirkiyeyê bi hinceta ku rêgeşa 'Mafê Hêviyê' têkildarî doza Ocalan û çend dozên din de bi cih nîne, li DMME'yê hatiye mehkûmkirin."

Eren Keskîn destnîşan kir ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nabe ku tenê li ser 'Mafê Hêviyê' bê nirxandin û got, "Ji ber ku di daxuyaniyên dewletê de Ocalan weke muzakerevanê sereke tê qebûlkirin. Bahçelî jî di nav de Ocalan weke lîderê damezrîner, weke muzakerevanê sereke tê bilêvkirin.

Eger qala pêvajoyekê tê kirin, hingî aliyên vê pêvajoyê divê di nava mercên wekhev de bin. Yanî divê ew derfet bêne afirandin ku Ocalan karibe xwe bi rengekî azad îfade bike. Divê karibe bi rayedarên dewletê, nûnerên civaka sivîl, çapemeniyê re hevdîtinê bike, bi rengekî azad xwe îfade bike û li aliyê hember jî guhdarî bike.

Lê belê em gelekî dûrî van e. Nêzî 2 meh in bi Îmraliyê re hevdîtin nayê kirin. Ev pêvajoyeke çawa ye? Tecrîda li Îmraliyê weke ku ji bo ferzkirina hin tiştan mîna amûrekê tê bikaranîn. Ji ber vê jî beriya qanûna çarçoveyê divê axaftin li ser van bê kirin. Divê Tirkiye 'Mafê Hêviyê' û qanûna çarçoveyê biaxive û biryarên DMME û AYM'ê tavilê bi cih bîne."

Têkildarî qanûna çarçoveyê jî Eren Keskîn got, "Eger wê qanûna çarçoveyê bê derxistin, divê azadiya rêxistinbûn û îfadeyê ji xwe re bike esas, qanûnek li gorî peymanên navneteweyî bê amadekirin ku Tirkiyeyê îmzeya xwe daniye binî û got, "Divê kes li derveyî qanûnê neyê hiştin. Yên li derve divê karibin bi rengekî azad bên, hemû şopandinên qanûnî ji holê bêne rakirin û girtiyên siyasî yên li girtîgehan bêne berdan. Eger ev pêk were hingî pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn dikare destpê bike."