Heyeta DEM Partiyê: Demildest pêkanîna çarçoveya qanûnî hate nîqaşkirin

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ragihand ku ew bi heyeta AKP’ê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re avakirina çarçoveya qanûnî nîqaşkirine û ew armac dikin ku di demek nêz de bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêktê tekildarî hevdîtina bi AKPê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî daxuyaniyeke niviskî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Heyeta me di 15ê Tîrmehê de bi heyeta Ak Partiyê û di 16ê Tîrmehê de bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hevdîtin pêk anî. Em di hevdîtinê de li ser rewşa pêvajoyê axivîn û gotûbêj kir. Me anî ziman ku divê qanûna çarçoveyî demildest bikeve meriyetê û ji bo ew qanûn ji bendewariyên civakê re bibe bersiv danûstandin bên kirin. Danûstandinên me yên vê derbarê de dê berdewam bikin.

Piştî van hevdîtinan armanca wan ew e ku demildest biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”