Di lêpirsîna Ahbapê de malên komeleyê û gumanbaran hatin desteserkirin

Di çarçoveya lêpirsîna gendelî û sextekariyê ya li dijî Komeleya Ahbapê de malên komeleyê û hemû gumanbarên ku navên wan di dosyayê de hene hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna gendelî û sextekariyê y a ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve li dijî Komeleya Ahbapê hat destpêkirin de malên komeleyê û hemû gumanbarên ku navên wan di dosyayê de hene hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de duh pêla duyemîn a operasyonê hat lidarxistin. Di vê operasyonê de 14 kesên din hatin binçavkirin û dest danîn ser çar şîrketan.

Halûk Levent ê ku hatibû girtin ji Stenbolê birin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Karatepe ya li navçeya Çorlu ya Tekirdagê.