ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn anî ziman ku ji bo pêvajoya aştiyê ya mayinde pêwîste alî xwedî mercên wekhev be û got, "Mafê Hêviyê qenciyek nîne, mecbûriyetek e."
Pinar Kandal diyar kir ku jin bawer dikin ku eger pêvajoya aştiyê bi rengekî erênî bi encam bibe wê tevkariyê li bidawîkirina dejenerebûna civakî jî bike û destnîşan kir ku hêviya wan a ji pêvajoyê mezin e, lê belê ji ber helwesta dewletê bi fikar in.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî guherîne û destnîşan kir ku Kurd bêyî xwe bi projeyên hêzên global û navneteweyî ve girê bidin divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
Di navbera salên 1990-2010’an de, civaka Êzidî di nava hemû zextan de, hewl da ku hebûna xwe biparêze. Lê zemînê ku hatibû avakirin, ewqas xurt bû ku hema hema tu rêyeke din ji wan re nehiştibû. Analîza Îbrahîm Êzidî.
Serokê Odeya Zîreetê ya Yenîşehîr a Amedê Suleyman Îskenderoglû anî ziman ku polîtîkayên çandiniyê yên hikumetê bi kêrî cotkaran nayê û got, betalkirina piştgiriya enerjiyê çandiniya li herêmê xitimandiye.