Komîsyona Aştiyê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê ji bo mezinkirina daxwaza aştiyê "Nobeta Edaletê" da destpêkirin. Nobeta destpêkê li ber Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê ya li navçeya Akdenîzê hat lidarxistin.
Nobeta ku Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê piştgirî dayê gelek kes beşdar bûn. Li qada nobetê pankarta "Em di nobeta aştiyê de ne; ji bo wekhevî, azadî, demokrasî û mafên mirovan hewceyî bi aştiyê heye" hat daliqandin û beşdaran timî dirûşm berz kirin.
'DIVÊ AZADIYA OCALAN WERE MÎSOGERKIRIN’
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê Tanzile Baydar di nobetê de axivî û diyar kir ku gava yekem a aştiyê mîsogerkirina azadiya Rêber Apo ye. Tanzile Baydar bang li hikûmet, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî kir ku di pêvajoya aştiyê de gavan bavêjin.
'HETA KU AŞTÎ PÊK WERE WÊ TÊKOŞÎNA ME BERDEWAM BIKE’
Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Eren jî diyar kir ku divê dewlet ji bo aştiyê gavên şênber bavêje. Emîne Eren diyar kir ku Rêber Apo gavên ji bo aştiyê avêt, lê dewletê bersiv nedaye û got, “Heta ku aştî were vî welatî wê têkoşîna me berdewam bike. Wek dayik, em amade ne ku heta dawiya jiyana xwe ji bo aştiyê her tiştî bikin. Em naxwazin ku ti dayik bigirîn û ti kes nemire."
Piştî axaftinan, Kurdiya daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji hêla ÎHD’ê ve hatibû amadekirin, ji hêla Rêvebera ÎHD’a Mêrsînê Şukran Aktaş ve û Tirkiya wê jî ji hêla endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Bekir Sitki Keçecî ve hat xwendin.
'DIVÊ AŞTÎ WERE CIVAKÎKIRIN'
Şukran Aktaş diyar kir ku pêvajoya ku di 1’ê Cotmeha 2024’an de dest pê kir, bi biryara PKK’ê ya danîna çekan û xwe fisxkirinê re derbasî qonaxek nû bû û anî ziman ku rewşa bê pevçûnê ji hêla civakê ve erênî hat pêşwazîkirin.
Aktaş destnîşan kir ku divê ji aştiya pasîf derbasî aştiya çalak bibin û got ku ji bo vê yekê divê tevajiya civakê xwedî li aştî derkeve û gavên demokratîk-hiqûqî werin avêtin.
Nobeta Edaletê bi stranên Kurdî yên ku ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hatin gotin û bi çepikan bi dawî bû.