Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Apo kir

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê li Bismilê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 53 roj in bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiye kirin û daxwaza rakirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.

Meclîsa Ciwanan a  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Parka Qada Bajêr a Bismilê daxuyanî da û bi bîr xist ku 53 roj in bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiye kirin.

Di daxuyaniya ku gelek ciwan beşdar bûn de dirûşme hatin berzkirin.

Daxuyanî ji hêla endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê  Erhan Karadag ve hat xwendin. Karadag diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û îradeya jiyana bi hev re ya gelan hedef digire.

'BANG JI BO GELAN BÛ HÊVÎ’

Karadag destnîşan kir ku banga ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025an de kir, hebûna gelê Kurd û tifaqa dîrokî ya di navbera gelên Kurd û Tirk dedanî holê û anî ziman ku ev bang di mijara jiyana hevpar de hêvî da civakan.

‘POLÎTÎKAYÊN MIJÛLKIRINÊ ZIRARÊ DIDE PÊVAJOYÊ’

Karadag destnîşan kir ku ji ber ku dewlet û hikûmetê gav navêjin pêvajo hatiye asta rawestînê û got, "53 roj in ne şandeyek çûye Îmraliyê û ne jî ji Abdullah Ocalan agahî nehatiye wergirtin. Polîtîkayên mijûlkirinê ne ji bo berjewendiya gelan e, li dijî wê ye. Ev yek li pêşiya armanca Tirkiyeyek demokratîk û komarek demokratîk astengiya bingehîn e.”

Karadag anî ziman ku heta ku tecrîda li ser Rêber Apo neyê rakirin û destûr neyê dayîn ku pêvajoya muzakereyê bi awayekî çalak bimeşe, ne pêkane ku pêvajo bi ser bikeve.

Karadag di dawiya daxuyaniyê de banga rakirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir dubare kir û got ku wekî ciwanam ew ê têkoşîna demokratîkbûnê berdewam bikin.