SOHR: Dewleta Tirk di nava 15 rojan de kesek qetil kir û 26 kes birîndar kir

Li gorî SOHR‘ê ji destpêka vê Tîrmehê heta niha, welatiyek Sûriyeyî ji aliyê leşkerên sînor ên Tirk ve hat qetilkirin û 26 jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji serê meha Tîrmehê heta niha (16 roj), li sînorê Sûriye-Tirkiye kesek ji aliyê leşkerên sînor ên Tirk ve hat qetilkirin û 26 kes birîndar bûn.

SOHR‘ê diyar kir ku kesê hatiye qetilkirin  ji gundewarên başûrê ji Hesekê ye, 16 ji Dêrazor û 11 kes ji Reqayê,  dema hewl didan sînor derbas bikin hatin binçavkirin.

Li gorî SOHR‘ê ciwanên ku dema hewl didan sînor derbas bikin ji aliyê leşkerên sînor ên Tirkiyeyê (Jendermeyan) ve hatin sekinandin, îşkence li wan hat kirin, piştre vegerandin Sûriyeyê.