Li Sûriyeyê di nava rojekê de 6 kes mirin
Li bajarên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de ji ber sedemên cuda 6 kes mirin.
Li bajarên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de ji ber sedemên cuda 6 kes mirin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, ciwanekî ku hewl dida ji bejahiya başûrê Hesekê derbasî Tirkiyeyê bibe li ser sînor hate girtin. Leşkerên Tirk êşkenceyeke giran li ciwanê navborî kirin. Ciwanê ku ji ber êşkenceyê bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Li gundewarên rojavayê Şamê cenazeya jineke nasnameya wê nayê nasîn hate dîtin. Cenazeya wê jinê avêtibûn ser rêya Dêr Makir û rêya ku diçe Til El Şehim.
Li bajarokê Atma yê li bakurê Idlibê ye zilamekî ku pirsgirêkên wî yên derûnî hene kurê xwe xeniqand.
Li Dêra Zorê jî herêma El Eşêhit mêrek ji ber pirsgirêkên kesayetî hate kuştin. Li bajarokê El Mesreb ku li rojavayê Dêra Zorê ye di navbera mêrekî û pismamên wî de şer qewimî û kesek hate kuştin.
Her wiha li bajarokê Zêbîn ê girêdayî Siwêda mêrekî gule teqand û di encamê de kesek hate kuştin.