DEM Partî beriya kongreya xwe ya giştî ya ku dê di meha Îlonê de lidar bixe, li herêman konferansan lidar dixe. Di vê çerçoveyê de Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşma, “Bi Têkoşîna Azadiya Jinê Ber Bi Civaka Demokratîk Ve” li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê 5’emîn Civîna Konferansa Mezin a jinan a bajarên Wanê, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê lidar xist.
Hevserokên jin ên DEM Partiyê û DBPê yên bajêr û navçeyan, aktivîstên TJA’yê, endamên meclîsan ên şaredariyên DEM Partiyê û endam û rêveberên saziyên civakî beşdarî konferansê bûn. Di civînê de ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin.
Di konferansê de axaftina destpêkê Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt kir. Gulşen Kurt, bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji 27’ê Sibatê ve tê meşandin û destnîşan kir ku jin bi salan e ji bo aştiyê pêşengiyê dikin û têdikoş in. Gulşen Kurt, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê û armanca konferansê û wiha got, “Têkoşîneke ku 52 sal in tê meşandin heye û pêşengên vê têkoşînê jî jin in. Armanca vê konferansê ew e ku em nîqaş bikin ka di van 3 salan de kêmasiyên me çi bûne û em ê bi pêşniyarên nû rêya xwe diyar bikin.”
Gulşen Kurt, bal kişand ser tecrîd û statuya Rêber Apo û wiha pê de çû, “Armanca konferansa me ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe xwedî statu û di vê pêvajoyê de rêya me vebike; em îro ji bo vê li vir in. Rêya herî girîng a vê pêvajoyê rêxistinbûn e û em jî ji bo vê li vir in. Em ê ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî vê têkoşînê bimeşînin.”
Piştre Endama Koordînasyona Jinan a DEM Partiyê ya Navendî Sûdan Guven axivî. Sûdan Guven, diyar kir ku ew di demeke dîrokî de derbas dibin û wiha got, “Armanca vê kongreya giştî ya DEM Partiyê ew e ku komareke demokratîk ava bike. Di vê pêvajoyê de rola jinan jî girîng e. Bi vê armancê em konferansên herêmî lidar dixin. Di vê pêvajoyê de me xwe baş rêxistin nekir, em ji tundiya li ser jinan re nebûn bersiv. Em teng man, me xwe negihand hemû gund û kolanan, hemû jinan. Em bi xwe re sînordar man. Me di meclîsê de jî siyaseta jinê bi awayekî xurt nemeşand. Di xwe rêxistinkirin û Rêvebirinê de em pir kêm man. Di van mijaran de ez rexnedayîna xwe didim. Em ê hewl bidin di van mijaran de bi hev re kêmasiyên xwe derbas bikin. Xwe bi awayekî xurtir rêxistin bikin.”
Piştî axaftinên destpêkê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.