Li Belçîkayê ji ber meha Hezîranê zêdeyî 2 hezar kes mirin

Enstîtuya Tenduristiya Gel a Belçîkayê Sciensano ragihand, ku meha Hezîranê ji ber germa zêde û rojên piştî wê, zêdeyî 2 hezar mirov mirin.

Li gorî daneyên ku ji aliyê Sciensano ve hate weşandin, di navbera 18'ê Hezîranê û 3'ê Tîrmehê de li Belçîkayê ji ber pêla zêde ya germê zêdeyî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Hefteya derbasbûyî hatibû ragihandin ku 1.747 kesî jiyana xwe ji dest dane. Lê belê li gorî daneyên nû ev hejmar gihîşt 2 hezar kesî. Enstîtuyê diyar kir ku zêdebûna hejmarê girêdayî du sedeman e. Yek ji wan ew e ku qeyda hin mirinan bi derengî hate kirin, ya duyemîn jî dema analîzê piştî pêla germê bi du rojên din hate dirêjkirin.

Li gorî daneyên herêmî, mirina ji ber germê herî zêde li Valonyayê qewimî. Li herêmê 1.059 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Brukselê 188, li herêma Flaman jî 768 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî pisporan sedema mirina zêde ya pêla germê ew e ku demeke dirêj dewam kir û gihîşt pileyeke bilind. Hate ragihandin ku ev sedem bi giranî li ser mirovên extiyar û yên bi nexweşiya kronîk rîska mirinê zêde dike.