Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bordeauxê hate lidarxistin û gelek Kurdistanî tevlî bûn. Di çarçoveya bîranînê de beşa 24’emîn a belgeela “Vejîna Kurd” hate pêşandan.
Siyasetmedar Xeyrî Karakoçan piştî pêşandana belgeselê axivî û anî ziman ku ji bo rast fêmkirina vê berxwedanê dîroka têkoşîna ya gelê Kurd bi tevahî rast were nirxandin.
Karakoçan diyar kir ku li Kurdistanê beriya 14’ê Tîrmehê jî berxwedanên girîng çêbûne û wiha got, “Berxwedana Kurd a ku hewl dan li Agiriyê bitepisînin, li Zindana Amedê gihîşt lutkeyê. Berxwedana mezin ku pêk hat, bû kevirên bingehîn ên têkoşîna ku îro dewam dike û ber dide têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê.”
Bîranîn bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindana” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.