Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Rojava hatin bibîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê (14’ê Tîrmehê) di salvegera 44‘emîn de li bajarên Rojavayê Kurdistanê hatin bibîranîn.

Bi boneya salvegera 44`emîn a Berxwedana 14`ê Tîrmehê ku li Girtîgeha Amedê ji aliyê kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mihemed Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ve hatibû destpêkirin, li Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê û Hesekê û Til Temirê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. 

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê bi beşdariya şêniyên bajar û endam û rêveberên saziyên sivîl civînek li Hola Sendîkaya Karkeran a bajarokê Rimêlanê li dar xist.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ferhan Sebrî axivî.

Ferhan Sebrî mercên ku Berxwedana 14‘ê Tîrmehê li Girtîgeha Amedê tê de hate destpêkirin vegotin û diyar kir ku ev berxwedan wekî bersiv li hemberî îşkencekirin û binpêkirinên li dijî girtiyên siyasî hat kirin.

Sebrî destnîşan kir ku Berxwedana 14‘ê Tîrmehê veguherî sembola îrade û têkoşîna li hemberî zilmê û bi bîr xist ku şehîdên berxwedanê tevî mercên giran ên ragirtinê rûmeta mirovahiyê û nasnameya siyasî parastin.

Ferhan Sebrî anî ziman ku gelê Kurd dê wefdarên şehîdên xwe be û têkoşîna wan bidomîne.

Civîn bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ÇILAXA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê jî bi heman boneyê merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de 55 şehîdên din ê herêmê ên di salên cuda de di nava YPJ, YPG, QSD, Asayîş û gerîlayên de canê xwe feda kiriye, hatin bibîranîn.

Merasîma bîranînê li hola PYD‘ê bi beşdariya malbatên şehîdan, şênî, endamên sazî û partiyên siyasî hat lidarxistin. Hola bîranê bi wêneyên Berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê û 55 şehîdên herêmê û gulan hatibû xemilandin û mûm jî hatin pêxistin.

Piştî rêzgirtinê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Mihemed Cemîl axivî û got berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê girtîgeha Amedê kirin sembola berxwedanê û hewldanên şikandina îradeya gelê Kurd têk birin.

Her wiha îşaret pê kir ku rihê fedaî yê berxwedêran ji nifşan re bû îlham û bi hezaran şervan bi rihê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê têkoşînê didomînin. Mihemed Cemîl diyar kir ku gelê Çilaxayê rêya parastina erd û rêgezên xwe hilbijartiye û şehîda dan, aramiya li herêmê berhema keda wan e.

Piştre sînevîzyonek li ser Berxwedana 14‘ê Tîrmehê û wêneyên 55 şehêdên herêmê hat pêşandan. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê Xezna Temo nasnameyên 55 şehîdan xwendin û wêne diyar malbatên wan kirin.

Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû. 

DÊRIK

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê jî bi beşdariya bi sedan kesî merasîma bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê li dar xist.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Piling Mêrdîn behsa siyasetên qirkirin û înkarkirinê yên li ser gelê Kurd kir û got Berxwedana 14‘ê Tîrmehê xaleke girîng di dîroka tevgera kurdî de ye.

Piling Mêrdîn di dewama axaftina xwe dde anî ziman ku Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hebûna gelê Kurd îsbat kir û hişt ku bi hezaran li dora projeya têkoşînê kom bibe. Di heman demê de rûpelek nû ya têkoşînê vekir ku dê di bîra gelê Kurd de zindî bimîne.

Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbespiyê jî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi heman boneyê civînek li dar xist. Nûnerên pêkhateyên herêmê û şêniyên bajar tev li civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre belgefîlmek li ser berxwedana zindanan hat pêşandan.

Di civînê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb axivî û destnîşan kir ku Berxwedana 14`ê Tîrmehê li hemberî kiryarên înkarê û belavkirina çanda berxwedanê di nava gelê Kurd de roleke diyarker lîst.

Silêman Ereb da zanîn ku têkoşîna ku niha li Kurdistanê tê jiyîn, berdewamiya mîrateya berxwedana 14`ê Tîrmehê ye.

AMÛDÊ

Meclisa PYD‘ê ya bajarê Amûdê jî li navenda xwe ya li bajêr civînek li dar xist. Endamên PYD`ê, nûnerên saziyan û şênî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de şehîdên Berxwedana 19`ê Tîrmehê hatin bîranîn. Beşdaran diyar kir ku ew ê bi fikra xwe ve girêdayî bin û ew ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.

Civîn bi pêşandana belgefîlmeke têkildarî bûyerên berxwednan zindan a 14`ê Tîrmehê bi dawî bû.

HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa PYD‘ê yên bajarê Hesekê li navenda PYD`ê ya li bajêr çalakiyeke bîranînê li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên komîn, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û meclisên xwecih beşdar bûn.

Çalakiyê rêzgirtin dest pê kir, paşê bi navê meclisê Ebdulxenî Oso axivî û da zanîn ku berdêlên ku şehîdên berxwedanê dane, bûne bingeh ji bo berxwedana ku heta niha didome.

Oso destnîşan kir ku qonaxa duyemîn a têkoşînê girêdayî Şehîd Hakî Karer e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Şehîd Hakî li hemberî rejîmên desthildar tê koşiya. Şehadeta wî meşa têkoşînê ranewestand, lê bû pêngava ber bi rêxistinkineke mezintir ve ku di avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî bûye sembola têkoşîna Kurdî û hêza çalak a Kurdistanê de roleke girîng lîst."

Çalakî bi pêşandana senvîzyoneke der barê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê de bi dawî bû.

TIL TEMIR

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Til Temirê, çalakiyeke bîranînê li Hola Şehîdan a li bajêr bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û civaka herêmî li dar xist.

Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê cîgirê hevserokên Meclisa Bajarê Til Temir Hesen Oso axivî û diyar kir ku Berxwedana 14`ê Tîrmehê xaleke girîng di dîroka tevgera Kurdî de ye, çanda berxwedana li hemberî kiryarên dewleta Tirk li dijî Kurdan mezin kir.

Oso bal kişand ser berxwedana Mazlûm Dogan û da zanîn ku ew yek ji sembolên herî girîng ên wê qonaxê ye. Ew bûyerên ku rû dan hişmendiya berxwedanê ya girêdayî bikarnîna îrade û rûmetê li beramberî înkarkirinê bi hêz kir.

Oso destnîşan kir ku Berxwedana 14`ê Tîrmehê ne tenê li hember rewşa girtinê bû, ew bû semboleke siyasî û manewî ji bo nifşên bê jî. Dilsoziya bi berdêlên ku şehîd ji bo azadî û edaletê dane, bi şopandina rêya wan pêk tê.

Oso da zanîn ku berxwedan ne tenê li hemberî êrişên leşkerî de çêdibe, lê di heman demê de ji bo parastina jiyan, nasname û mafan jî tê kirin.

Çalakiya bîranînê bi pêşandana sevîzyoneke der barê Berxwedana 19`ê Tîrmehê de bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Dirbêsiyê li Navenda Çand û Hunerê çalakiyeke bîranînê li dar xist. Li çalakiyê bi dehan şênî û endamên saziyên civaka sivîl amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Kanî Efrîn axivî û da zanîn ku berdêlên ku şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê dane ji bo wan ciheke girîng digire.

Çalakî bi pêşandana sînvîzyoneke li ser Berxwedanan 14`ê Tîrmehê û greva birçîbûnê ya di zindanan de bi dawî bû.