BI DÎMEN

Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

Dîmenê nameya destpêkê ya ji girtîgehê, belgeya mirinê û alavên şexsî yên yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Hayrî Dûrmûş yekemcar hate weşandin.

Nameya ku yek ji sembolên "Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê" û yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd Mehmet Hayrî Dûrmûş, ku beriya 46 salan hate girtin ji Girtîgeha Leşkerî ya li Amedê ji malbata xwe re şand, yekemcar ji aliyê ANF'ê re bi raya giştî re tê parvekirin. Nameya ku arşîv e, piştî bi salan eşkere bû. Name têkildarî rojên destpêkê yên Dûrmûş ên li girtîgehê û feraseta wî ya têkoşînê agahiyên girîng dide.

Mehmet Hayrî Dûrmûş di 30'ê Mijdara 1979'an de bi Ferhat Kûrtay re li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate binçavkirin û piştî demekê ew birin Girtîgeha Leşkerî ya li Amedê. Dûrmûş di nameya xwe ya destpêkê de ku 24'ê Çileya 1980'î nivîsî, ji malbata xwe re radigihîne ku rewşa wî ya tenduristiyê baş e û bila guh nedin îdîayên ku têkildarî girtina wî bêne gotin.

Di nameyê de ku yekemcar hate weşandin Dûrmûş pêvajoya di nav de ye weke "têkoşînekê" pênase dike û dibêje, "Min her tişt ber pêş çavên xwe û tevlî vê têkoşînê bûm. Ez rewşa xwe ya heyî normal dibînim. Ji ber ku tiştên ez di oxira wê de têdikoşim tiştên gelekî mafdar in." 

Hayrî Dûrmûş di nameyê de dibêje, "Ji bo min xeman nexun. Qedera min û ya bi sedan hevalên min ên qehreman yek e. Qedera min û ya gelê me jî yek e. Li dijî mêtingeriya Tirk cihgirtina gelê me ya li gel şoreşgeran gava destpêkê ya ber bi rizgariya me hemûyan ve ye." 

Di dîmen de, nameya destpêkê ya ku Mehmet Hayrî Dûrmûş ji girtîgehê nivîsî ji aliyê xwişka wî Ayten Dûrmûş ve tê xwendin. Di dîmen de ne tenê name, her wiha eşyayên wî yên şexsî ku heta niha di arşîva malbatê de hatine parastin, bi raya giştî re têne parvekirin. 

Eşyayên şexsî, belgeya mirinê û bîranînên wî yên din, ku piştî Dûrmûş şehîd ket ji aliyê bavê wî Îsa Dûrmûş ve hate wergirtin, di dîmen de ji aliyê hevjîna birayê wî Huseyîn Dûrmûş; Yildiz Dûrmûş ve yek bi yek tê nasandin. 

Yildiz Dûrmûş kincê ku Hayrî Dûrmûş li girtîgehê li xwe kiribû, destmala di bêrîka wî de, nasnameya wî ya xwendekariyê, saet, pênûs û eşyayên din ên şexsî yên Dûrmûş nîşan dide û qala qedir û qîmeta manewî ya van alavan ji bo malbatê dike. Yildiz Dûrmûş belgeyên teqdîrê yên ku di dema xwendekariyê de wergirtî nîşan dide, balê dikişîne ser asta serketinê ya Hayrî Dûrmûş a di perwerdeyê de û vê nirxandinê dike: 

"Hinek dibêjin ev nezan in, bi nezantî tevdigerin û li karê wan dipirsin. Halbûkî ew ewqasî serketî bûn ku... Li dibistanê, li malê, li nava hevalên xwe timî serketî bûn."

DÎMENÊN ARŞÎVÊ YÊN DI SALA 1991'Ê DE HATIN QEYDKIRIN 

Tê gotin, dîmenên hatine qeydkirin di sala 1991'ê de piştî ku gora şehîd Hayrî Dûrmûş hate çêkirin, hatiye qeydkirin. Name û dîmenên ji arşîva malbatê yên piştî bi dehan salan yekemcar hatin weşandin, têkildarî jiyana şehîd Hayrî Dûrmûş, pêvajoya girtîgehê û bandora li ser hafizeya malbatê belgeyeke girîng û dîrokî pêşkêş dike. 

NAMEYA ŞEHÎD HAYRÎ DÛRMÛŞ A KU PIŞTÎ GIRTINÊ JI MALBATA XWE RE ŞAND BI TEMAMÎ BI VÎ RENGÎ YE: 

"Bavo, 

Ez beriya bi demekê hatim girtin. Demekê di binê çavan de mam, piştre jî hatim girtin. Niha li Girtîgeha Leşkerî ya Diyarbakirê me. Ez nizanim bê hûn bi girtina min hesiyan an na. Ji ber ku hûn ê meraq bikin, min xwest rewşa xwe ji we re ragihînim. 

Weke ku hûn jî zanin, demeke dirêj bû ku li min digeriyan. Dawiya dawî, di encama lêgerîna zêde ya dema dawî de hatim girtin. Dibe ku li ser sedema girtina min hin agahiyên nerast û bêwate belav bû be. Guh nedin van gotinan. 

Rewşa min baş e, pirsgirêkeke min nîne. Hûn çawa pêşwazî dikin hûn zanin, min berê jî timî digot; ev têkoşînek e, di nav de her tişt heye. Min her tişt da ber çavên xwe û tevlî vê têkoşînê bûm. Ez rewşa xwe ya niha normal dibînim. Ji ber ku tiştên ez di oxira wê de têdikoşim tiştên gelekî mafdar in. 

Zilm û mêtingeriya ku îro li şoreşgeran û li tevahiya gel tê kirin, zilmeke neheq e. Di nava vê têkoşînê de bi hezaran şoreşgerî îro al hildane û li dijî zilma dewletê têkoşînê dimeşîne. Gelek hevalên min ên hêja di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Lê belê çi mirina wan, çi jî zindanîkirina bi sedan şoreşger û welatparêzan nikare me xemgîn bike û serî li me bide tewandin. 

Em li çiyê jî bin, li zindanan jî bin, li deştê jî bin, di nava şert û mercên herî nebaş jî de bin, em ê li dijî zilma mêtingeriya Tirk her tim li ber xwe bidin û em mecbûrê vê ne. 

Ji bo min xeman nexun. Qedera min û ya bi sedan hevalên min ên qehreman yek e. Qedera min û ya gelê me jî yek e. Li dijî mêtingeriya Tirk cihgirtina gelê me ya li gel şoreşgeran gava destpêkê ya ber bi rizgariya me hemûyan ve ye. 

Di oxira vê rastiyê de hem gelê me, hem jî bi sedan şoreşger û welatparêzên li zindanan wê zor û zehmetiyê bibînin. Lê belê baweriya me tam e ku ev zor û zehmetî wê teqez bi dawî bibe û em ê azad bibin. 

Nameyê ji min re nenivîsînin, bila xwişk û birayên min jî nenivîsînin. Di nava şert û mercên nebaş ê hewayê de ji bo dîtina min neyên vê derê. Eger hûn gelekî meraq bikin, yek ji xwişk û birayên min dikare bê û min bibîne. Bi taybetî bila dayika min qet neyê. 

Dubare bikim, rewşa min baş e. Pirsgirêkeke min nîne. Eger daxwazek min hebe ez ê piştre ji we re bibêjim. 

Vê gavê ewqas. 

Têm destê we û dayika xwe. Çavên xwişk û birayên xwe û bûka me maçî dikim. Silavên min li dost û hevalên min hemûyan bikin. 

Mehmet Hayrî Dûrmûş 
24.01.1980"