Li pêşiya Andy Burnham astengî nema ku bibe serokwezîr

Şaredarê berê yê Greater Manchesterê Andy Burnham piştgiriya pêwîst ji parlamenterên Partiya Karker wergirt û bû xwedî wî mafî ku bibe lîderê nû yê partiyê û bikeve şûna Serokwezîr Keir Starmer.

Andy Burnham di pêşbirka lîdertiya Pariya Karker de piştgiriya piraniya parlamenteran wergirt û hemû hevrikên xwe derbas kir. Burnham di dengdana dawî de bi 27 dengên zêde gihîşt piştgiriya 349 wekîlan û bi vî rengî xwe amade dike ku bibe lîderê nû yê partiyê.

Ji bo namzetiya Burnham misoger bibe pêwîstî bi erêkirina sê saziyan heye ku du ji wan sendîka ne. Lê belê ev pêvajo bi giranî weke formalîteyekê tê dîtin.

Tê payin ku ku Burnham di kongreya awarte ya Partiya Karker a 17'ê Tîrmehê de lîderiya wî bi rengekî fermî bê ragihandin. Her wiha tê gotin, piştî ku Burnham bi Qral Charles ê 3'yemîn re hevdîtin kir, wê di 20'ê Tîrmehê de li Avahiya Serokwezaretiyê bi cih bibe.

Burnham ku di hilbijartinên navberê yên 19'ê Hezîranê de jinûve kete parlamentê, ji b karibe ji lîderiya Partiya Karker re bibe namzet şertê wekîltiya pêwîst bi cih anî bû.