Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

ÎSÎG'ê ragihand ku meha Hezîranê 228 karker li ser kar mirin.

Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ÎSÎG), "Rapora Cinayetên Karî" ya Hezîrana 2026'an eşkere kir. Li gorî raporê herî kêm 228 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji 228 karkeran 10 jê jin, 218 jê jî mêr in. Her wiha li gorî raporê, 6 karkerên zarok, 14 koçber jî di cinayetên karî de jiyana xwe ji dest dane.

Di raporê de işaret bi sedema mirinan jî hatiye kirin; ji sedî 24 eciqandin, ji sedî 15 ketina ji cihekî bilind û ji sedî 15 jê jî qezayên trafîkê yên serwîsên karkeran. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li gorî karbeşiyan ji sedî 24'ê mirinan di qada çandinî/daristanan, ji sedî 24 di qada înşeat/rê, ji sedî 11 di qada veguhastinê, ji sedî 8 di qada metalê û ji sedî 6 jê jî di qada şaredariyan de çêbûne.