Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

Grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê ji bo girtiyên siyasî yên li girtîgehan çalakiya herî dawî ye ku serî lê tê dayin. Ev çalakî dema ku bi ti awayî bersiv ji daxwazên mafdar re nayê dayin û rûmeta mirovan tê binpêkirin, têne destpêkirin.

Danîna bedena xwe li birçîbûnê demeke dirêj e li cîhanê, bi taybetî jî yek ji çalakiyên bi daxwazên siyasî ye. Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê hîn jî timî tê nîqaşkirin jî di tevahiya dîrokê de weke şêweyekî çalakiyê tê naskirin ku dijberên desthilatdariyê ji bo bihîstina dengê xwe, dema ku rêyek nemîne serî lê tê dayin.

Çalakiyên destpêkê yên greva birçîbûnê yên bi armanca siyasî ji aliyê koma femînîst sosyalîst ve hate kirin ku weke Sufrajet dihatin naskirin û li Îngilistan û Dewletên Yekbûyî ıyên Emerîkayê ji bo mafên jinan têdikoşiyan. Ev şêweyê çalakiyê ku gelekî tê bikaranîn, di sala 1917'an de li Îrlandayê ji aliyê komargeran ve hate bikaranîn. Piştî grevên birçîbûnê yên di salên 1917 û 1923'an de li hemberî ferzkirina lixwekirina kincên bi yek tîpî ya li girtîgehan û li hemberî êşkenceyê di greva birçîbûnê ya sala 1981'ê de ji lîderên IRA'yê Bobby Sands jî di nav de 10 girtiyên IRA jiyana xwe ji dest dan.

Grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê ji bo girtiyên siyasî yên li girtîgehan çalakiya herî dawî ye ku serî lê tê dayin. Ev çalakî dema ku bi ti awayî bersiv ji daxwazên mafdar re nayê dayin û rûmeta mirovan tê binpêkirin, têne destpêkirin.

Li Tirkiye û Kurdistanê jî ji ber ku li hemberî girtiyên siyasî û li derve li dijî gel û şoreşgeran êriş hate kirin, di demên cuda de rojiyên mirinê ketin rojevê.

Di dîroka Tirkiye û Kurdistanê de gelek çalakiyên rojiya mirinê û greva birçîbûnê hatin kirin. Bi sedan mirovên şoreşger û welatparêz jiyana xwe ji dest dan.

Hin ji berxwedanên rojiya mirinê û greva birçîbûnê yên li Tirkiye û Kurdistanê bi vî rengî ne:

Li Tirkiyeyê heta salên 1970'î greveke birçîbûnê ya berfireh nehate kirin. Li gel vê yekê Nazim Hîkmet piştî ragirtina ji 10 salan demeke kurt kete greva birçîbûnê. Armanca vê çalakiya ku sala 1950'î de hate kirin, daxwaza berdanê bû.

Celal Bayar ku sala 1963'an hefteyek piştî ku hate berdan careke din hate girtin, ji bo şermezarkirina vê sê rojan kete greva birçîbûn.

Di salên 1970'î de li girtîgehên Metrîs û Mamakê gelek grevên birçîbûnê yên demkurt hatin kirin. Armanca van çalakiyan jî bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bû. Lê belê Tirkiye û Kurdistan yekemcar bi Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li Girtîgeha Amedê çalakiya rojiya mirinê nas kir.

Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê ku bi pêşengiya yekk ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş destpê kir, li dijî binpêkirina rûmeta mirovahiyê û êşkenceya li zindana Amedê bû yek ji çalakiyên herî mezin ku derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Di encama vê berxwedanê de Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jiyana xwe ji dest dan.

Êşkencekarên bi serkêşiya Esat Oktay Yildiran hate teşhîrkirin, kiryarên li zindanan ji tevahiya cîhanê re hate ragihandin û ev berxwedan ji bo Tevgera Azadiyê bû pêşengê pêngaveke girîng.

Du sal piştî Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê vê carê li Girtîgeha Metrîsê ya Stenbolê girtiyên siyasî li dijî êşkenceyê û ferzkirina lixwekirina kincên bi yek tîpî dest bi roja mirinê ya mezin kirin. Rojiya mirinê ku 11'ê Nîsana 1984'an destpê kir 75 rojan dewam kir û di encamê de Abdullah eral, Fatîh Oktulmuş, Hasan Telcî û Haydar Başbag jiyana xwe ji dest dan.

Di sala 1988'an de li dijî binpêkirinên li Zindana Amedê di rojiya mirinê de meha Sibatê Mehmet Emîn Yavûz jiyana xwe ji dest da.

Di grev birçîbûnê ya sala 1989'an de ku bi armanca şermezarkirina kiryarên sirgûnê hate destpêkirin Husnu Eroglû û Mehmet Yalçinkaya 2'ê Tebaxa 1989'an jiyana xwe ji dest dan.

Sala 1995'an li girtîgehan gelek grevên birçîbûnê yên bêdem û bi dem hate kirin. Di vê demê de li 20 girtîgehan nêzî 5 hezar girtî ketin greva birçîbûnê. Di 23'ê Tîrmehê de Fesîh Beyazçîçek, di 11'ê Tebaxê de jî Remzî Altûn jiyana xwe ji dest dan.

Sala 1996'an li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi beşdariya girtiyên siyasî çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û rojiya mirinê hatin kirin. Di çalakiyên rojiya mirinê de Aygün Uğur, Altan Berdan Kerimgiller, İlginç Özkeskin, Ali Ayata, Müjdat Yanat, Hüseyin Demircioğlu, Tahsin Yılmaz, Ayçe İdil Erkmen, Yemliha Kaya, Hicabi Küçük, Osman Akgün û Hayati Can jiyana xwe ji dest dan.

Di sala 2000'î de li dijî girtîgehên bi tîpa F ku weke 'Darbestê' li nava raya giştî hate binavkirin, li girtîgehên Tirkiyeyê greva birçîbûnê û rojiya mirinê weke yek ji çalakiyên herî demdirêj ên dîroka Tirkiyeyê derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Piştî çalakiya 20'ê Cotmeha 2000'î di 19'ê Kanûna 2000'î de desthialtdariyê li hemberî girtîgehên ku çalakî lê dihate kirin bi navê 'Operasyona Vegera li Jiyanê' operasyonek pêk anî. Di operasyonê de 30 girtî hatin şewitandin û bi êşkenceyê hatin kuştin.

Piştî operasyonê jî rojiya mirinê û çalakiya greva birçîbûnê dewam kir. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan di van çalakiyên bi salan de 130 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di sala 2012'an de girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya ku 12'ê Îlona 2012'an destpê kir, di 18'ê Mijdara 2012'an de bi banga Rêber Apo bi dawî bû.

Di 15'ê Sibata 2017'an de girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji bo rakirina tecrîdê û dawîanîna li hilweşîna li bajarên Kurdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakî di roja 64'emîn de bi dawî bû.

Greva birçîbûnê ya herîo girseyî ya li dijî tecrîdê di sala 2018'an de hate destpêkirin. Bi hezaran girtiyên PKK û PAJK'ê tevlî greva birçîbûnê bûn. Di 12'ê Hezîrana 2019'an de piştî ku destûra hevdîtina bi Rêber Apo re hate dayin û bi banga Rêber Apo bi dawî bû.

Îro jî li girtîgehên bi tîpa bîrê grevên birçîbûnê dewam dikin. Di dema van çalakiyan de Gurkan Turkoglû li nexweşxaneyê ku bi zorê destwerdan lê hate kirin, di 5'ê Tîrmeha 2026'an de jiyana xwe ji dest da.

Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ne tenê li girtîgehan hate kirin. Hin deman li derveyî girtîgehan grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê hatin kirin.

Ev berxwedan jî ji ber ku bi daxwaza jdiyaneke bi rûmet û baş hate kirin, bal kişand ser xwe.