Girtiyên Apoyî: 'Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike'

Li ser navê girtiyên Apoyî Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku Rêber Apo dixwaze xeyalên nîvcomayî yên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li ser bingeha komara demokratîk bi yekîtiya azad tacîdar bike.

Denîz Kaya li ser navê girtiyên Apoyî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên girtin, bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê nameyek şand.

Di nameyê de ev tişt hatin parvekirin:

"Rejîma faşîst a 12’ê Îlonê, êrîşeke qirkirinê ya plankirî ya ku ji bo tovên azadiyê yên ku ji hêla Rêbertiyê ve li zeviya gelê Kurd çandiye tine bike bû. Ev êrîşeke darbeyê ku ji bo hemû rehên demokratîk ên li Tirkiyeyê jê bike û hêviyê ji holê rake bû. Rêbertî ku bi fêm kir wê darbe çêbibe, ber bi kokên dîrokî yên kevneşopiya Îbrahîmî ve dest bi meşa hîcretê kir û bingeha Kurdên azad ava kir. Ji bo bi rejîma faşîst re şerekî xurtir bimeşîne bi gava paşvekişîna taktîkî re çarenûsa Kurdan bi tevahî guherand.

Gelek kadroyên pêşeng û pêşengên ku dîl ketin destê rejîma faşîst, xistin girtîgehan û gelek rêbazên dermirovî yên êşkenceyê li ser bedenên hevalên me yên tazî ceribandin. Di şexsê van kadroyên pêşeng de dixwestin hêvî û îradeya azadiya gelekî têk bibin. Mazlum, Kemal û Hayrî yên ku şerê rûmetê dan destpêkirin, rihê xwe ji bo hişmendiya azadiya gel kirin qatix, kadroyên pêşeng ên milîtan ku cih û mekan ku derê dibe bila bibe di şexsê xwe de bê çawa temsîl kirin nîşanî dost û dijminan dan.

Dixwestin bi kesayetên ketî yên wekî Yildirim Merkît û Şahîn Donmez ên ku li Kurdistanê çîna hevkar a xayîn temsîl dikin, teslîmbûna mutleq li ser me ferz bikin. Ev hevalên me yên ku bi qasî serê derziyê jî derfetên wan tinebûn bi şiyara “Teslimiyet dibe xiyanetê, berxwedan dibe serketinê” têkoşîna îrade û rûmetê dan û li hemberî hişmendiya îdeolojîk û siyasî ya rejîma faşîst a 12’ê Îlonê serketinek mezin bi dest xistin. Li Kurdistanê yên ku hişmendî û ramana xeta hevkariya xayîn temsîl dikin, binketina xwe ya dîrokî cara yekemîn ji sekna îradeya mîna şûr a Hayrî ku diqîriya "Em bi ser ketin, em bi ser ketin!" tahm kir. Berxwedêrên ku bedena xwe ya tazî piço piço helandin, li Zindana Amedê kevirên bingehîn ên xeta berxwedanê danîn û piştî pêwistiyên mîsyona dîrokî bi serkeftinek mezin bi cih anîn, alaya berxwedanê dewrî gerîla kirin. Rêbertiya me îro dixwaze xeyalên nîvcomayî yên van hevalan li ser bingeha yekîtiya azad a gelên Kurd û Tirk bi komara demokratîk tacîdar bike. Em hevalên xwe Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akif Yilmaz û stêrka me ya sor Alî Çîçek ku di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de şehîd bûn bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza xwe ya girêdanê dubare dikin.

Li ser navê hevrêyên Apoyî yên li zindanan tên girtin, Denîz Kaya”