Kesên ku vedigerin Efrîn ji ewlehiyê bi fikar in: Em hîn jî di nav tirsê de dijîn

Hin welatiyên ku vegeriyan Efrîn anîn ziman ku ji sala 2018’an vir ve ew rastî êşkence, gef, talan û pêkanînên xirab tên û diyar kirin ku hîn jî li herêmê ewlehî nehatiye mîsogerkirin. Şahidan bi bîr xistin ku tevî vegeran jî, rewşa tirsê berdewam dike.

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê sala 2018`an Efrîn dagir kir û bûn sedem ku bi hezaran malbatên Efrînî ji malên xwe derkevin û koçber bibin. Efrîniyên ku piştî salan vegeriyan cih û warên xwe anîn ziman ku li herêmê xetereya ewlehiyê hîn jî heye.

Efrîniyên ku ji herêmê veneqetiyan an jî paşve vegeriyan mal û milkên wan hatin desteserkirin; bi êşkence, gef û pêkanînên xirab re rû bi rû man, ji ANHA'yê re axivîn.

Şêniyê bi navê H.C. ev tişy anî ziman: "Me guhdarî kesên mîna kesayetên di nava ENKSÊ de kir û em vedigeriyan gundên xwe. Di rêya vegerê de zarokên me hatin kuştin û bi rojan cenazeyên wê li ser rêyan mane. Me bi zehmetî û dizî cenaze vedişartin."

H.C. di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Piştî dagirkirina Efrînê bi du mehan em hatin vegerîn gund, tevahî malên gund hatibûn desteserkirin. Ewlehî tune bû, êşkence û lêdan dihatin kirin. Ji ber êşkencê nexweşî çêbûn. Di her gundekî de cihên êşkencekirinê çêkiribûn. Dengê qêrînan digihîşt dawiya gund."

H.C. destnîşan kir ku wî gelek kiryar dîtin, mal û milkên wan hatin talankirin. Zeytûnên wan dihatin dizîn û nedikarîn xwedî li rizqê xwe derkevin. Tevahî efrîniyên ku li Efrînê mane rastî van kiryaran hatine.

‘TIMÎ GEFÊ LI ME DIXWIN’ 

Dayikek Efrînî destnîşan kir ku her rojê çete dihatin mala wan û pirsê zarokên wan dikirin û her demê rastî gefan dihatin. Dayika Efrînî anî ziman ku ji bo hevjînê wê neyê girtin her pere didan û got “Li Efrînê bi dehan jin hatin kuştin û xwe kuştin. Yek ji wan keçika ku xwe kuştiye nêviya min bû. ji bo çete destdirêjiyê lê nekin xwe kuşt.”

Heya roja îroj jî rexmî peyama di navbera QSD'ê û hikmet demekî de jî û bi vegera koçberan re jî kiryar di nava herêmê de didomin, şênî rûbirûyî gefa tên û ewlehiya gel hêvî dikir li Efrînê tune ye, gel bi tirs e.