Nabe ku geşedanên li Rojhilata Navîn ji şerê Îran-Îsraîl/DYE û ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê cuda were fikirîn. Gavên siyasî, ewlekarî û aborî yên ku di demên dawî de ji aliyê welatan ve hatine avêtin, hemû rasterast bandorê li hevdû dikin.
Operasyona nelirêtiyê ya mezin a li Iraqê, entegrekirina komên çekdar a ji bo artêşê û Projeya Rêya Pêşveçûnê nabe ku tenê weke kiryarên di nava Iraqê de were dîtin.
LI IRAQÊ PÊVAJOYA ENTEGRASYONÊ
Guhertina dîrokî ya li dora bernameya hikûmeta nû ya li Iraqê, didome. Zexta veguherînê ya li ser hêzên çekdar û meseleya entegrasyona van hêzan a li nava dewletê, di dema dawî de maddeya herî girîng a rojevê ava dike. Hin komên çekdar di heman demê de li parlamentoyê jî tên temsîlkirin. Ev jî nîşan dide ku pêvajoya entegrasyona komên çekdar a ji bo artêşê, tenê leşkerî nîne, di heman demê de nîşan dide ku bazariyên siyasî wê pêş bikevin. Di hikûmeta heyî de hîna hemû wezaret nehatine diyarkirin. Mîna Wezareta Karên Hundir a xwedî girîngiya krîtîk, di hin wezaretan de valahî dewam dikin. Li Iraqê di dema dawî de nîqaşa entegrasyona rêxistinên çekdar a ji bo saziyên ewlekariyê yên dewletê car din kete rojevê, ev yek tenê reforma ewlekariyê ya hikûmetê nîne, di heman demê de weke pêvajoyeke ku jinûve şêwe bide hevsengiyên siyasî yên welêt ber bi pêş ve diçe.
Li Iraqê piştî hilbijartinên dawî Alî Zeydî bû serokwezîr. Alî Zeydî bi erêkirina Lîderê Olî yê Şîa yê Iraqî Alî Sîstanî û bi desteka Muqteda es-Sadr û Çarçoveya Koordînasyonê ya ku aliyê siyasî yê Şîa temsîl dike, pêvajoya entegrasyona komên çekdar a ji bo artêşa Iraqê da destpêkirin.
Bi armanca meşandina pêvajoyê Komîsyona Komkirina Çekan di Kontrola Dewletê de hate avakirin. Tê payîn ku ev komîsyon destpêkê envantera personel a hêzên çekdar ên heyî derxe, xeleka fermandariyê û meaş diyar bike û piştre jî biryar bide ka ev yekîne tevlî bunyeya Wezareta Parastinê yan tevlî bunyeya Wezareta Karên Hundir bibin.
Di bernameya entegrasyonê de destpêkê wê kontrola îdarî û malî were kirin, piştre wê tiştên teknîkî yên mîna ahenga rutbeyê û yekîtiya fermandariyê, bên şopandin. Di vê çarçoveyê de merasîma radestkirina çekan a hin komên çekdar, hate lidarxistin. 4’ê Hezîranê li baregeha li Samarra ya Seraya es-Selam bi merasîmekê Seraya es-Selam hate fesixkirin ku rayedarên leşkerî yên hikûmeta Iraqê jî tevlî vê merasîmê bûn.
Yek ji komên çekdar a herî bi bandor a ku bi rêya Tevgera Sadikun li parlamentoyê tê temsîlkirin û ya di bin sîwana Haşdî Şabî de Asaib Ehl el-Hak, ji bo parastina hêza xwe ya siyasî, dest ji aliyê xwe yê çekdarî berda.
Tûgayên Îmam Alî jî 2’yê Hezîranê daxuyaniyek da û ragihand ku têkiliya xwe ya bi Haşdî Şabî re bi dawî kiriye. Rêxistinê envantera xwe ya çekan û agahiyên personelî, ji 10’ê Hezîranê ve radestî komîsyona ku ji aliyê hikûmeta Zeydî ve hatî avakirin, kirin.
Li aliyê din jî Hîzbûllaha Iraqê, Tûgayên Seyyîd Şuheda, Tevgera Nuceba, Seraya Evliya el-Dem, Eshabul Kehf û Tûgayên Kerbela daxuyanî dan ku ew radestkirina çekan red dikin û diyar kirin ku ew li dijî bernameyê ne.
WEKE HÊZA PARASTINÊ YA HERÊMÊ Û ÊZIDIYAN FAKTORA YBŞ’Ê
Çarçoveya duyemîn jî ya bernameya entegrasyona navborî, bê guman mijara Şengal û hêza parastina herêmê YJŞ-YBŞ jî tevlî pêvajoya entegrasyonê were kirin. Serokê Haşdî Şabî Falih el-Feyyad di axaftina xwe ya li Sempozyûma Diyalogê ya Nînowa de got, di nava sê mehan de bi temamiya Şengalê, bi taybetî jî Çiyayê Şengalê wê bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê. Bi vê daxuyaniyê re nîqaşên ‘gelo wê YJŞ-YBŞ jî were naskirin û entegrasyona wê ya ji bo artêşa Iraqê were kirin, yan ferzkirineke mîna Peymana 9’ê Cotmehê heye?’ derketin holê.
Têkildarî entegrasyonê bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê ku îradeya siyasî ya Êzidiyan temsîl dike û hêzên wan ên parastinê YBŞ-YJŞ’ê re, ti peywendî nehat çêkirin. Ev jî tu bixwazî nexwazî pirsa ‘gelo peymaneke din a mîna 9’ê Cotmehê ya ku îradeya Êzidiyan tune dihesibîne tê çêkirin’ tîne hişê mirov.
Bersiva vê pirsê hîna ne diyar e. Dema ku Falih el-Feyyad bi "sê mehan" diyar kir, nêzî wê demê ye ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê wê xwe ji Iraqê vekişînin. Sala 2014’an DAÎŞ’ê Mûsil bi dest xist û piştre li Şengalê qetlîamên hovane pêk anî. Vê yekê pirsgirêkên di nava sîstema ewlekariyê ya Iraqê de, bi rengekî eşkere derxistibû holê. Piştî van êrîşan YJŞ-YBŞ’ê ji bo parastina herêmê bi roleke aktîf rabû. YJŞ-YBŞ ji sala 2014’an û vir ve weke hêzeke ku ji aliyê xelkê herêmê ve hatî avakirin, Şengal hem ji DAÎŞ’ê hem jî li dijî gefên din parast. Bi taybetî di dema dawî de liv û tevgera DAÎŞ’ê ya li herêmê, fikarên cidî jî bi xwe re tîne.
Li Şengalê li gel pirsgirêkên mîna ji nû ve avakirinê, vegera ewle ya koçberan û kêmasiya xizmetên bingehîn, xetereya DAÎŞ'ê jî ji bo gelê herêmê û hemû welatên derdorê pir mezin e. DAÎŞ'ê di bîra gel de şopên trawmatîk ên kûr hiştiye. Ji bo ku gelê Şengalê bi fermanên nû re rû bi rû nemîne, YJŞ û YBŞ wekî hêzên parastinê hatin avakirin. Heke ev hêz ji pergala ewlehiyê bên derxistin û li şûna wan hêzeke ji derve were anîn, ev yek dibe sedema metirsiyeke mezin.
Dema peywira Hêzên Koalîsyona Dijî DAÎŞ'ê di meha Îlonê de diqede. Ev rewş nîşan dide ku hewcedariya bi hêzeke xurt a parastina herêmî hîn zêdetir bûye. Ji bo ku valahiya ewlehiyê çênebe, divê ev hêzên parastinê yên herêmî werin naskirin û li ser bingeheke rast di nav artêşa Iraqê de cih bigirin. Heke ev yek neyê kirin, diyar e ku dê pirsgirêkên pir mezin li pêşiya herêmê bin.
PROJEYA RÊYA PÊŞKETINÊ Û HINCETA EWLEHIYÊ YA TIRKIYEYÊ
Di dema ku Serokê Haşdî Şabî bi awayekî hemdem li Iraqê hewl dida zemîn ji bo nîqaşên jorê ava bike de, ji aliyê rayedarên Tirk ve serdaneke balkêş ji bo Iraqê hat kirin. Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, serdaneke du rojî ku Bexda, Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê dihewand, pêk anî. Ev serdana ku di medyayê de wekî "korîdorên bazirganiyê, jeopolîtîka enerjiyê û koordînasyona pêvajoyê" hat nîşandan, nîqaşên li ser avakirina pergala ewlehiyê ya Projeya Rêya Pêşketinê ya Iraqê jî anîn rojevê.
Projeya Rêya Pêşketinê ku dikare rewşa jeopolîtîk a Iraq û welatên derdorê biguhere, wekî korîdoreke veguhastin û lojîstîkê tê plankirin. Ev proje ji Kendava Basrayê dest pê dike û di ser Tirkiyeyê re digihîje bazarên Ewropayê. Rêya vê projeyê ku ket qonaxa pêkanînê û Tirkiye wekî qadeke bandora leşkerî li hemberî wê dinêre, di ser xeta Mûsil-Nînowa-Şengalê re derbas dibe; ku ev xet ev çend sal in ji ber êrîşên DAÎŞ'ê herêmeke bi alozî ye.
Di nava gel û raya giştî de fikarên mezin hene ku Tirkiye bi hinceta "ewlehiya" projeyê, hebûna xwe ya li Iraqê zêdetir dike. Tê gotin ku Tirkiye ji bo dorpêçkirina leşkerî ya Şengalê ku xaleke krîtîk a projeyê ye û ji bo tasfiyekirina hêzên parastinê yên wekî YJŞ û YBŞ’ê zemînê amade dike. Her wiha ev proje, wekî hewldaneke Tirkiyeyê ya ji bo tengavkirina Tevgera azadiya Kurd tê nirxandin.
Wisa xuya dike ku bi van gavên ku vîna gelê Şengalê tune dihesibînin û bi hinceta ewlehiyê tên rewakirin, tê xwestin ku Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê bêbandor bikin. Bi vî rengî, di ser Projeya Rêya Pêşketinê re planek ji bo zêdekirina serdestiya leşkerî û siyasî ya Tirkiyeyê ya li herêmê tê meşandin.
REWŞ BANDORÊ LI WELATÊN HERÊMÊ JÎ DIKE
Helbet ev fikarên di nava gel de ne tenê ji ber wê yekê ne ku serdana Kalin wekî serdana “Rêya Pêşketinê” hat nîşandan. Di heman demê de, Enqere gavên ku diviyabû di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bavêta, navêje. Heta niha pêşnûmeya qanûna bingehîn pêşkêşî aliyan nekiriye. Her wiha, zêdetirî 40 roj in ku hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Rêber Apo re tê astengkirin. Di vê pêvajoyê de ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tiştê dikeve ser milê wan kirine, dewlet li gorî pêwistiyên pêvajoyê tevnagere. Berevajî vê yekê, pir eşkere ye ku Serokê MÎT’ê bi siyasetmedarên welatên cîran re hevdîtinên neasayî dike û li ser "projeyên aborî" diaxive.
KCK’ê piştî hevdîtinên Kalin daxuyaniyek da, bal kişand ser rîskên pêvajoyê û hişyariya amadekariya şer kir. Di daxuyaniyê de ev şirove hatin kirin: “Di rewşa heyî de, siyaseteke wisa tê meşandin ku qey amadekariya şerekî nû tê kirin. Îbrahim Kalin, Iraqê ne tenê wekî serokê saziyeke îstîxbaratê, lê mîna serokwezîrê hikûmetekê ziyaret dike. Di dema borî de, dema ku êrîş birin ser Rojava jî hevdîtinên bi vî rengî hatibûn kirin. Gelo rola Cîgirê Sekreterê Giştî yê MÎT’ê li Bexda, Silêmanî û Hewlêrê çi ye, ew çi dike? Gelo armanc ew e ku di plana êrîşkirin û tunekirina Tevgera me ya Azadiyê de rolekê bidin van hêzan?”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevdîtinên bi vî rengî bi Îranê re jî tên kirin û hat gotin ku nabe hikûmeta Iraqê bibe parçeyek ji planeke wiha.
Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re; polîtîkayên ewlehiyê, peymanên leşkerî û gavên bazirganiyê yên ku li ser xeta Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ji nû ve ava dibin, rasterast bandorê li hev dikin. Ev daxuyaniyan, serdan û polîtîkayên tên guhertin ku di heman demê de pêk tên, ne tesadûf in. Em ê di rojên pêş de bandora wan a rasterast a li ser Kurdan zelaltir bibînin.