Li Derayê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin
Li bejahiya Derayê kesên ku nasnameya wan nediyar, êrîş birin ser dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Piştî bûyerê şer qewimî.
Li bejahiya Derayê kesên ku nasnameya wan nediyar, êrîş birin ser dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Piştî bûyerê şer qewimî.
Li gorî nûçeya ANHA’yê ya spartî çavkaniyên herêmî, çekdarên nenas li bajarê Tefesê yê li rojavayê Derayê êrîşî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û di navbera her du aliyan de pevçûn derket.
Hat ragihandin ku dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dema diçû navenda xwe ya nêzî nexweşxaneya bajar a li taxa Rojava hat hedefgirtin û di navbera wan û çekdaran de pevçûn derket.
Hate diyarkirin ku piştre êrîşkar ji cihê bûyerê reviyane.