Li Sûriyeyê 4 kes mirin

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê di encama gulereşandinê, şer û bûyeran de 4 kes mirin.

Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) 11'ê Tîrmeha 2026'an li herêmên cuda yên Sûriyeyê 4 kes di encamê bûyerên cuda de hatin kuştin.

Li bajarê Qimhana yê bakurê parêzgeha Hemayê jinek dema li nêzî mala xwe dixebitî, di encama teqandina bê ser û ber a guleyan de hat kuştin.

Li taxa Dêr Beleba yê bajarê Humsê ciwanek ku berê ji ber teqandina bê ser û ber a guleyan birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Serêkaniyê cenazeyê zarokeke 15 salî di mala wê de hate dîtin.

Li gundê Meeret El Etarib ê gundewarên rojavayê Helebê jî di pevçûna di navbera du malbatan de ciwanek hat kuştin.