Malbatên Til Temirê: Zarokên me serbest berdin! 

Malbatên girtiyan ên Til Temirê rêya M4 ji trafîkê re girtin, daxwaza berdana zarokên xwe yên ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve dîl hatine girtin kirin û bang li saziyên navneteweyî kirin ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê.

ÇALAKÎ JI BO DÎLGIRTIYAN

Malbatên dîlgirtiyan li bajarê Til Temirê daxwaza berdana zarokên xwe kirin û ji rêxistinên navneteweyî û mirovî xwestin ku bi lez pirsgirêka dîlgirtiyan çareser bikin û êşa malbatên wan bi dawî bikin.

Îro malbatên dîlgirtiyan li Til Temirê xwepêşandanek li dar xistin û rêya navneteweyî ya M4 li ber trafîkê girtin. Malbatan daxwaza berdana zarokên xwe yên ku ji hêla hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve htine girtin kirin.

Beşdaran wêneyên dîlgirtiyan û pankartên ku daxwaza berdana wan dikirin bilind kirin, di heman demê de dirûşmeyên ku daxwaza bidawîkirina êşa dîlgirtiyan û malbatên wan û lezandina hewldanên çareserkirina vê pirsgirêka mirovî dikirin qîr kirin.

Her wiha malbatan bang li Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û rêxistinên mafên mirovan û mirovî kirin ku hewlên xwe zêde bikin, rewşa dîlgirtiyan bişopînin û ji bo misogerkirina berdana wan bixebitin.

Xwepêşanderan diyar kirin û ew ên çalakiyên aştiyane berdewam bikin heta ku hemû dîlgirtî werin berdan û dan zanîn ku ku çareserkirina vê pirsgirêkê gaveke bingehîn e ji bo sivikkirina êşa malbatan, zêdekirina baweriyê û xurtikirina aramiyê li herêmê.