Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê rapora Sûriyeyê weşand
Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî serdana xwe ya li Sûriyeyê ku hefteyekê dewam kir, bi dawî kir û raporek weşand.
Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî serdana xwe ya li Sûriyeyê ku hefteyekê dewam kir, bi dawî kir û raporek weşand.
Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) di navbera 1-7‘ê Tîrmehê de serdanek li Sûriyeyê pêk anîbû û bi rayedarên hikumetê, nûnerên civaka sivîl û qurbaniyên binpêkirinên mafên mirovan re hevdîtin pêk anîbû.
Komîsyonê ku serdana parêzgehên Hums, Quneytîra, Şam, gundewarên wê, Heleb, Reqa û Hesekê kiribû, rapora xwe weşand.
EDALETA VEGUHÊZ Û HESABPIRSÎN
Komîsyonê, pêşketina di amadekirina qanûna edaleta veguhêz de û destpêkirina dadgehkirinên têkildarî binpêkirinên qonaxa berê bi erênî wesif kirin. Komîsyonê diyar kir ku darizandinên adilane pêk werin, berpirsên bûyerên li peravê û Siweydayê werin muhasebekirin û beşdariya qurbaniyan û civakê bi rêya dadgehekirinê were berfirehkirin.
REWŞA GIRTIYAN
Komîsyonê ji ber berdewama girtina bi hezaran kesî bêyî lêvegera dadwerî ya zelal, fikarên xwe anîn ziman û daxwaz kir ku çarenûsa girtiyan bê aşkerakirin û hemû rêgezên girtinê bi qanûnî werin garantîkirin.
MAFÊ MILKIYET Û FÊRBÛNÊ
Komîsyonê banga lezgîn a çareserkirina nakokiyên milkiyetê, dayîna tazmînatan û parastina mafên niştecihên resen kir.
Her wiha pêşwaziya hewlên yekkirina materyalan û naskirina bawernameyên xwendinê kir. Lê fikarên xwe der barê têkçûna ezmûnên hin xwendekarên Siweydayê de ji ber şert û mercên ewlehiyê, nîşan da.
GOTINÊN NEFRETÊ Û AZADIYA DERBIRÎNÊ
Komîsyonê her wiha girîngiya rêgirtina li ber gotinên nefretê û parastina azadiya derbirînê destnîşan kirin û bang kir ku bi rêya çapemeniyê û bernameyên perwerdeyê hevgirtina civakê were xurtkirin.
HUMS Û QUNEYTÎRA
Komîteyê bal kişand ser kuştinên li Humsê têne kirin û diyar kir ku divê lêkolîn bên kirin.
Têkildarî Quneytîrayê îşaret bi tevgerên Îsraîlê hat kirin û bang lê hat kirin ku rêyên çandiniyê veke û sivîlên girtî berde.
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
Komîsyonê fikarên xwe ji ber rewşa koçberên li hin kampên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî Kampa Roj anîn ziman. Her wiha banga çareserkirina rewşa jin û zarokên li kampê û vegerandina wan a li bajarên wan kir.
Komîsyonê îşaret bi rewşa Efrînê jî kir û da zanîn ku rewşa ewlehiyê li gorî berê baştir bûye. Bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku hewldanên vegera dilxwaz, ewle, birûmet û mayînde ya hemû koçberan, di nav de nêzî hezar malbatên koçber ên li Efrînê hêsan bike û rêzê bide mafên milkiyetê.
Komîsyonê têkildarî Hesekê jî diyar kir ku hevdîtin bi aliyan re pêk anîne. Her wiha îşaret pê kir ku zêdetirî hezar şervanên ku di Çileyê de dîl hatibûn girtin, hatin berdan. Bang li hikumeta demkî kir ku hewldanên diyarkirina aqûbetê û cihê nêzî 800 kesên din aşkera bike.
Komîteyê destnîşan kir ku dê şopandina van dosyayan bidomînin û tewsiyeyan pêşkêş bike da ku hesabpirsîn çêbe, mafên mirovan bên parastin û îstiqrara Sûriyeyê were piştgirîkirin.