Leşkerên Tirk careke din agir berdan gundên Til Temirê
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Ezîziyê yê dagirkerî yê Til Temirê agir vêxist. Agir berbelav derdorê bû û zerar li milkên şêniyan bû.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Ezîziyê yê dagirkerî yê Til Temirê agir vêxist. Agir berbelav derdorê bû û zerar li milkên şêniyan bû.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Ezîziyê yê dagirkerî yê Til Temirê agir vêxist. Şewata ji gundê Ezîziyê dest pê kir, ji ber bilindbûna pileya germê û ba gundên Dirdara, Xişma Zirgan, Mecbîra Zirgan, Qibûr Qeraçîna û Şêx Elî jî da ber xwe. Di encamê de zerar li mal û milkên şêniyan bûn.
Li gundên Dirdara û Xeşma Zirganê şewatê qadên çandiniyê û milkên din ên şêniyan da ber xwe.
Tîmên rewşên awarte bi alîkariya şêniyan ji bo kontrokirina agir di nava hewldanan de ne.
Şêniyên gundên navborî banga destwerdana lezgîn li aliyên têkildar kirin.