Di navbera Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Haxî Zîka de protokol hate îmzekirin

Zanîngeha Kobaniyê, di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo berfirehkirina têkiliyên navdewletî û xurtkirina hevkariyê bi saziyên xwendina bilind û lêkolînên zanistî re, protokoleke lihevkirinê îmze kir.

Protokol ji aliyê Hevserokatiya Zanîngeha Kobaniyê Şervan Mislim û Xezne Îbrahîm ve hat îmzekirin. Li aliyê din, li ser navê Zanîngeha Haxî Zîka, Serokê Zanîngehê Profesor Doktor Armand Krasnitşe ew îmze kir.

Dr. Arbêrore Haxhiu ji Zanîngeha Haxî Zîka û Dr. Eşref Mehmûd ji Zanîngeha Kobaniyê wekî koordînatorên hevkariyê yên di navbera her du zanîngehan de hatin diyarkirin.

Zanîngeha Kobaniyê diyar kir ku ev protokol gaveke girîng e ji bo xurtkirina vebûna akademîk a navdewletî û asoyên nû li pêşiya xwendekar, lêkolîner û kadroyên akademîk vedike da ku ji derfetên guhertina zanistî, lêkolîn û hevkariya hevbeş sûd werbigirin.