Bi pêşengtiya Navenda Têkiliyan ya Jinên Kurd (REPAK) û Tevgera Azadbûn ve li Salona Sînameyê ya Salim a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê sempozyuma bi sernavê ‘Jeopolîtîka Kurdisanê û Rewşa Jinan’ hate lidarxistin.
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Mûrad, Endama KNK’ê Esrîn Sine, Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed, Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, Seroka Tevgera Azadbûn Dr. Geşe Dara Hefîd û nûnerên gelek tevgerên jinan û partiyên siyasî tevlî sempozyumê bûn.
Di rûniştina yekemîn a sempozyumê de Dr. Geşe Dara, Ayla Akat Ata û Îlham Ehmed nirxandinan kirin.
BANGA YEKÎTIYÊ JI BO TÊKOŞÎNA JINAN
Destpêkê Dr. Geşe Dara axivî û anî ziman ku yekem saziya jinan hate avakirin bi pêşengtiya Hepse Xan Neqîb hate avakirin û got: “Vê saziyê di çalakirina jinan de xwedî roleke mezin bû li Silêmaniyê. Bi derbasbûna demê re bû beşek ji çanda siyasî û civakî ya bajar. Heman demê bû çavkaniya îlham ji bo bajarên din ên Kurdistanê. Silêmanî di gelek warên siyasî, femînîstî û avakirina partiyan bûye pêşeng. Bi taybet partiya Komunîst hewl daye rol bide jinan û girîngiyeke mezin daye tevlîbûna jinan ya nava kar. Piştî raperînê herçendî jin di rûxandina rejîma Baasê û û avakirina avaniyên herêmê de cihê xwe girtibe jî, cihgirtina jinan a di cihê biryardariyê de weke Parlamanto û erkên bilind ên dewletê kêmin.”
‘ROJHILATA NAVÎN JI NÛ VE TÊ DIZAYNKIRIN’
Piştre Parlamentera berê ya HDP’ê û Çalakvana TJA’yê Leyal Akat Ata axivî û destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn dîzayneke nû tê kirin û divê jin di nava vê guherîn û veguherînê de xwe rêxistin bikin ji bo gihiştina armancên xwe yên rewa û wiha pêde çû: “TJA li ser bingehê têkoşîna jinên Kurd kar dike û ti hêz nikare li hemberî îradeya wan bisekine. Jin heta di nava erk û avaniyên biryardariyê de cih negirin, wê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
‘DIVÊ STATUYA KURDAN WERE MÎSOGERKIRIN’
Leyla Akat Ata bal kişand ser pêvajoya nû û got: “Her çendî mercên têkoşînê hatibin guherîn jî, armanca stratejiya wan a ji bo çareseriyê nehatiye guherîn. Bi mercê ku kêmaniyên pêvajoyên berê dubare neyêkirin, bi hizirîneke cuda tevlî bibin. Çawa ku Rêber Apo di destpêk de got; ‘Ji bo pêkanîna aştiyê divê hizirîna xwe biguherin’. Tevî derbasbûna demê ya li ser berdana çekan re jî, ji ber nebûna plan û êrişên Tirkiye ya li ser PKK’ê, sîstema hevşaredariyê pêş neketine. Çareseriya rasteqîne li Tirkiye û Sûriyeyê bi xwe ye. Kilîla çareseriyê berî her tiştî divê Kurd di nava xwe de yekgirtî û yekrêz bin li hemû beşan. Çawa di dema Rojava de piştgiriyeke xurt hate kirin, îro gelê Kurd naxwaze bê ziman, statûya siyasî bijî.
DI PÊVAJOYA ENTEGRASYONÊ DE NÛNERTIYA JINAN
Hevseroka Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed bi rêya dîmenekê ku ji bo Sempozyuma ‘Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan’ a li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin, peyamek da.
Îlham Ehmed anî ziman ku ji bo mafê Kurdan û jinan di destûrê de bê mîsogerkirin dest bi pêvajoyeke ya entegrasyonê hatiye kirin û got: “Niha pêvajo dewam dike. Niha nakokî li ser pirsa entegrasyona jinan û taybet hêza jinan heye. Rê ji bo jinan nayê dyaîn ku di nava anvendên biryardariyê hebin. Ev jî wê nîşan dide ku jin weke amûrekê tê bikaranîn, ne wek îrade û nûnertiya xwe bike ku tevlî biryarên startejîk bikin.”
Îlham Ehmed bal kişand ser nêzîkatiya Hikûmeta Demkî ya Sûriye û hişmendiya mêrsalarî û wiha domand: “Hemû hewldanên me ewe ku li herêmên xwe jin nûnartiya xwe bike, bi taybet di warê leşkerî de bikare xwe û civaka xwe biparêzin.”
‘DIVÊ MAFÊ ME DI DESTÛRÊ DE BÊ MÎSOGERKIRIN’
Îlham Ehmed qala yekitî û yekbûna navxwe jî kir û wiha domand: “Tişta ku niha herî girîng yekitiya navxwe û rêxistinkirina civakê ye. Jin jî dikare ji aliyê xwe ve di vê çarçoveyê de xwe rêxistin bike. Kurd dînamîka demokratîkkirina Sûriyeyê ne. Jin dikare pêşengtiya vê rêxistinê bike û dikare yekitiya netewî jî pêk bîne.”
Herî dawî jî Îlham Ehmed ev peyam da: “Xeteriyên mezin hene, divê bi yekitiyê bê derbaskirin û mafê me di destûrê de bê mîsogerkirin.”
REWŞA KURDÊN LI DÎASPORAYÊ
Di rûnoştina duyemîn a bi navê “Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan” a li Silêmaniyê de, Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Mûrad û Endama KNK’ê Esrîn Sine axivîn.
Di axaftina xwe ya sempozyûmê de Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad wiha got; “Hevseroka KNKê Zeyneb Murad got: “Di 45 salên borî de, Kurdên li derveyî welat di rewşek dijwar de dijîn ku hebûna wan nehatiye naskirin. Diyasporaya (rehend) Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê, tevî hewldanên KNK û hêzên siyasî, her tim di bin xeteriya windabûn û tecrîdê de bûn. Ji ber ku rastî ziman û çandên cûda hatine ku ev jî tejî astengî bûn.”
Di dewama axaftina xwe de Zeyneb Mûrad da zanîn ku nifşê nû yê Kurdan ku li derveyî welat mezin bûne ku di destpêkê de, ew ji nasnameya xwe ya rastîn bêxeber bûn lê îro, ji ber torên medyaya civakî û têkiliya wan bi hev re, hinek hestên netewî di nav wan de pêş ketine.
Di dewamê de wiha got; “Hinek ji ciwanên me di nav pergala Rojavayî de heliyane û siyaseta neteweperestiya radîkal ya ku li Ewropayê zêde dibe bandorek neyînî li ser hestên wan yên nêzîkbûnê kiriye. Ev yek bûye sedem ku ew mayîna xwe li wir wekî xeternak bibînin û vegerin hişmendiya netewî.
Ji bo têkoşîna li dijî gefa asîmîlasyonê (bişaftin) li Ewropayê, karekî mezin dikeve ser milê rêxistinan. KNK jî hewl dide ku piştgiriyê bide kesayetiyên Kurd yên ku li derveyî welat bûne parlamenter da ku ziman û çanda Kurdî biparêzin û di nav ciwanan de hişyariyê bilind bikin da ku ji bo berjewendiyên bilind yên gelê me bi hev re bixebitin û yekîtiya netewî pêk bînin.”
Di dawiyê de, Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad eşkere kir ku niha li ser projeyek stratejîk xebat tên meşandin da ku nûnertiyek ji bo netewên bêdewlet were destnîşankirin, da ku bi awayekî cidî xizmeta doza rewa ya Kurd were kirin.
‘HÊZA HERÎ MEZIN A KURDAN YEKÎTÎ YE’
Paşê, Endama KNK’ê Esrîn Sine li ser rewşa jinan li Rojhilat û rewşa siyasî axivî û di wê baweriyê de ye ku her guhertinek li Rojhilata Navîn dê li ser bingeha berjewendiyên hêzên hegemonîk, welatên endamên NATO û hevpeymanên siyasî yên piştî peymana Sykes-Picot be. Di dewamê de got; “Di vê çarçoveyê de, peymana di navbera DYA û Îranê de tenê peymanek dualî ye ji bo berjewendiyên wan Yên aborî û siyasî û bandorek erênî li ser azadî, demokrasî û rewşa neteweya Kurd nake.”
Esrîn Sine di dewamê de wiha got; “Divê Kurd bizanin ku berjewendiya wan ya herî bilind tenê di yekîtiyê de ye. Bi taybetî jî dema ku Kurdistan ji hêla erdnîgarî, xweza, çavkaniyên avê û rêyên bazirganiyê ve di navbera dewletên dagirker de dabeş dibe û civak bi berdewamî di bin zexta tundûtîjiya sîstematîk a rejîmê de ye.”
Her wisa Esrîn Sine bal kişand ser şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” û wiha axivî; “Jinan kariye vê pêvajoya şoreşê pêşengtî bikin û felsefeya wan bandorek kûr li ser jinên li welatên dagirkirî kiriye. Îro, jin bi tena serê xwe li dijî rejîmek herêmî şer nakin. Berevajî vê, li dijî hêzên hegemonîk ên gerdûnî yên ku ji hêla berjewendiyên aborî ve têne seferber kirin, jin di pevçûnek dijwar a bêhempa de ne.”
Esrîn Sine got; “Tevî ku hewl tê dayîn bi girtin û xistina girtîgehê jinan bitepisînin û bêdeng bikin. Lê dengê jinan li çaraliyê cîhanê deng veda û îspat kir ku ew dikarin civakê vejînin û bibin pêşengên rizgariya çandî. Ji bo derbaskirina vê rewşê û li dijî wan dewletên ku dixwazin nasnameya neteweya me ji holê rakin, pêwîstiya me bi hişmendiyeke stratejîk, yekîtîya giştî ya Kurd û piştgiriya hevbeş di navbera jin û mêran de heye. Ji ber ku tenê bi wê hevgirtinê emê bibin hêza herî xurt ji bo parastina mafên xwe.”
Sempozyum piştî beşa pirs-bersiv bi dawî bû.