Li bajarê Basel ê Swîsreyê, ji bo girtiyê şoreşger Gurkan Turkoglu ku piştî çalakiya rojiya mirinê ya li dijî şert û mercên giran ên li girtîgehên “tîpa bîrê” jiyana xwe ji dest da, çalakî hate lidarxistin.
Girseyê ku bi banga Platforma Piştevaniyê bi Girtiyên Şoreşger re li Qada Clara hatin ba hev, dirûşmeyên, “Gurkan Turkoglu nemir e”, “Tecrîd êşkence ye” û “Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin” hatin berzkirin.
Pêkhatên platformê, Federasyona Karkerên Tirkiyeyê (ITIF), Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Helwesta Şoreşger a Proleter (PDD), Yekîtiya Têkoşînê, Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê ya Ewropayê (ATÎK) û Platforma Yekîtiya Karkeran, Xwişk-Biratiya Gelan tevlî çalakiyê bûn.
‘DESTHILATDARÎ BERPIRS E’
Di daxuyaniya hevpar a li ser navê platformê de hate bibîrxistin ku Gurkan Turkoglu li dijî şert û mercên giran ên tecrîdê yên li girtîgehên “tîpa bîrê” 266 roj çalakiya rojiya mirinê meşand û di 13’ê Nîsanê de sewqî nexweşxaneyê hat kirin û bêyî wî bi zorê mudaxele lê kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Turkoglu ê ku 3 meh di çawdêriya awarte de ma, jiyana xwe ji dest da.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Gurkan Turkoglu ji ber polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehên bi tîpa bîrê û mudaxaleya bi zorê, jiyana xwe ji dest da. Berpirsên mirina Gurkan Wezareta Edalet û Tenduristî û desthilatdariya siyasî ye ku girtîgehên bi tîpa bîrê kir meriyetê.
‘TECRÎDA MUTLEQ TÊ PÊKANÎN’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku girtîgehên tîpa bîrê modelekî înfazê ye ku armanc dike girtiyan di bin tecrîda mutleq de bigre û hate destnîşankirin ku girtiyên ku di hucreyên yek kesî de tên gritin, di şert û mercên giran de ne û esmanê jî nabînin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû aliyên li dijî tecrîdê hestiyar hate kirin ku têkoşînê mezin bikin.