BI DÎMEN

Li Viyanayê Alî Haydar Kaytan, Zîlan, Diyar Xerîb û Azad Şerger hatin bîranîn

Li paytexta Awusturya Viyanayê şehîdên şoreşa azadiyê Alî Haydar Kaytan, Zîlan, Diyar Xerîb û enternasyonalîst Azad Şergeş bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Li Viyanayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Avesta û Komîna Malbatên Şehîdan, ji bo bîranîna yek ji kadroyên damezrînerê PKK’ê Alî Haydar Kaytan, çalakgera fedaî Zîlan (Zeynep Kinaci) Halmet Gabar (Diyar Xerîb) û şoreşgerê enternasyonalîst Azad Şergeş (Thomas Johann Spies) çalakiyeke bîranînê hat lidara xistin.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin û malbatên şehîdan, nûnerên saziyan û komên enternasyonalîst tevlî bûn. Di çalakiyê de, di şexsê şehîdên hatin bîranîn de ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne deqeyek rêz hat girtin.

.Li ser navê Komîna Malbatên Şehîdan Ahmet Zirek axivî û got, “Hemû destkeftiyên ku îro hatine bidestxistin bi saya têkoşîna şehîdan e. Berdewamkirina têkoşîna wan berpirsyariyeke dîrokî ye.” Zirek, diyar kir ku Alî Heyder Kaytan yek ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê ye û yek ji wan kesan e ku paradîgmaya Rêber Apo herî baş fêm kir û parast.

Zirek, da zanîn ku çalakiya fedaî ya hevrê Zîlan di têkoşîna jinê de weke werçekeke dîrokî ye û got, “Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ encama têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e.” Zirek bi bîr xist ku Diyar Xerîb bi salan têkoşîn meşandiye, her wiha da zanîn ku enternasyonalîst Azad Şergeş jî ji Viyanayê tevlî tevgera azadiyê bûye.

Nurcan Guleryuz, li ser navê Meclîsa Jinan a Avestayê axivî û got, “Bi saya ked û fedekariya şehîdan îro ev destkeftî hatine bidest xistin. Ji ber vê yekê em deyndarê hemû şehîdan in.”

Nurcan Guleryuz axaftina xwe bi gotina Rêber Apo a “Yê şer dike azad dibe, yê azad dibe xweşik dibe, yê xweşik dibe tê hezkirin” bi dawî kir.

Siyasetmedar û rojnamevanê Kurd Bunyad Cizîrî jî got, “Her çar şehîdên ku tên bîranîn, di têkoşîna azadiya Kurd de xwedî cihekî girîng in.” Cizîrî, anî ziman ku “Perspektîfa civaka demokratîk a îro, encama têkoşîn û fedakariyên bi salan e.”

Di çalakiyê de jiyana têkoşîna Azad Şergeş hat vegotin û helbesta ku li ser navê wî hatibû nivîsandin hat xwendin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.