ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin got, qanûna çarçoveyê ya ji bo pêvajoya bêçekbûnê tê plankirin divê eşkere û xwedî çarçoveyeke hiqûqî be ku komên çekdar hemûyan di nava xwe de vehewîne.
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat rexne kir ku qanûna divê were Meclîsê, ji aliyê desthilatdarî ve dereng tê xistin û got, pêvajo li ser gotina “terorê” meşandin, ji bo çareserî û demokratîkbûnê encamên baş nade.
Akademîsyen Zelîha Burcu Acar û got, “Kurd be an Tirk be ferq nake, ji bo xatirê hemû ciwanên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane, divê siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û çapemenî bi berpirsiyarî û heqî tevbigerin.”
Mary Acemî yek ji girîngtirîn pêşengên rojnamegeriya jinan li Sûriyeyê tê dîtin. Di sala 1910'an de wê kovara yekem a jinan a Sûrî-Ereb, Al-Arûs, ava kir. Di vê kovarê de li ser perwerdehî, mafên jinan, tenduristî, çand û reformên civakî gotar weşandin.