Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

Piştî binçavkirina Xurşît Herkî û birayê wî ya saetên sibehê û şûnde, rêya sereke ya navçeya Xebat hate girtin. Hate ragihandin ku PDK’ê hêzeke mezin sewqî herêmê kiriye.

Di saetên sibehê de Xurşîd Herkî û birayê wî Heyder Letîf ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi tometa ‘derxistina aloziyê, êrişkirina ser kelûpelên leşkerî yên hêzên pêşmerge, teşwîqkirina gel li dijî yasayê û şehîdkirina pêşmergeyek û welatiyek’, bi fermana dadgehê hatibûn binçavkirin.

Li gorî dîmenên hatin belavkirin, PDK hêzeke mezin ji wesayîtên zirxî, çekên giran û navîn sewqî navçeyê kiriye.

Hêjayî bibîr xistinê ye Xurşîd Herkî keseke naskîr yê Eşîra Herkiyane. Tîrmeha 2025’an ji ber pirsgirêkeke zeviyê, bi hêzên PDK’ê re ketibû nava şer. Di vî şerî de ji herdu aliyan du kes hatibûn kuştin û 5 jî birîndar bûbûn. Piştre bi navbeynkariya Serokê Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê desteyek hate avakirin û hate ragihandin ku pirsgirêk hatiye çareserkirin.