Ji fîlozofê Îtalî nameya ji bo Rêber Apo
Fîlozof Giorgio Agamben nameyek ji Rêber Apo re şand û got, "Li girtîgehê jî hûn azad in; hûn azadî bi xwe ne."
Fîlozof Giorgio Agamben nameyek ji Rêber Apo re şand û got, "Li girtîgehê jî hûn azad in; hûn azadî bi xwe ne."
Fîlozofê Îtalî Giorgio Agamben bi sernavê "Hûn azadî bi xwe ne" nameyek ji Rêber Apo re nivîsî.
Nameya ku ji Heyeta Îmraliyê re hate şandin bi vî rengî ye:
"Abdullah Ocalan ê dilovan, beriya bi salan dema ku hûn li Îtalyayê bûn, gava ku rayedarên Îtalî we teslîmî Tirkiyeyê kir, min nivîsî bû ku ji welatê xwe şerm dikim. Îro li pêşberî we û gelê Kurd, bi navê Îtalya û tevahiya Ewropayê fedî dikim. Bêguman tevlî wan mirovan dibim ku dixwazin hûn bêne berdan: Lê belê li ber çavê min hûn li girtîgehê jî bin hûn azad in; Hûn azadî bi xwe ne ku weke ku ji aliyê mirovan ve hatiye jibîrkirin."