BI DÎMEN

Bîranîna li Lozanê: Serî li ber zilmê netewandin

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê qurbaniyên komkujiyên Çorûm û Madimakê, her wiha Alîşêr Efendî û Zarîfe Xatûn hatin bîranîn û hate gotin, "Rêwiyên heqîqetê ti carî serî li ber zilmê netewandin."

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) li bajarê Lozan ê Swîsreyê qurbaniyên komkujiyên Madimak û Çorûmê û Alîşêr Efendî û Zarîfe Xatûn bi bîr anîn. Di çalakiyê de bi wesîleya meha Mûharremê aşûre hate belavkirin.

Bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê bi gulbangê destpê kir. Piştre berdevka FEDA'yê Fîlîz Guven axivî û bang kir ku rûbirûbûn bi komkujiyan re bê kirin û piştgirî ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk re bê dayin.

Fîlîz Guven di destpêka axaftina xwe de Hz. Huseyîn û hevalên wî bi bîr anî ku meha Mûharremê li Kerbelayê hatin qetilkirin û anî ziman ku Elewî di herikîna dîrokê de timî bi komkujiyan re rû bi rû man.

Fîlîz Guven bi bîr xist ku yek ji pêşengên berxwedana Komkujiya Koçgiriyê Alîşêr Efendî û Zarîfe Xatûn 9'ê Tîrmeha 1937'an li çiyayê Tûjikê yê Pulurê di kemînê de hatin qetilkirin.

Fîlîz Guven ragihand ku têkoşîna Alîşêr û Zarîfe îro jî rê nîşan dide û got, "Di salvegera qetilkirina Alîşêr Efendî û Zarîfe Xatûnê de wan bi rêzdarî bi bîr tînin û baweriya xwe ya bi serketina têkoşîna wan dubare dikin."

Fîlîz Guven banga rûbirûbûna bi Komkujiya Çorûmê kir û anî ziman ku Komkujiya Madimakê ya 2'ê Tîrmeha 1993'an bûye deqeke reş li dîrokê.

Fîlîz Guven destnîşan kir ku komkujiyên ji Koçgirî heta bi Dersim, Mereş, Çorûm û Madimakê nekarî têkoşîna heqîqetê bisekinîne û got, "Rêwiyên heqîqetê ti carî serê xwe li ber zilmê netewandin."

Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyonê bi belavkirina aşûreyê dewam kir. Bername bi stranên koma Med-Ra û gerandina semahê bi dawî bû.