Li Viyanayê polîtîkayên şer ên NATO’yê hatin protestokirin
Beriya Civîna NATO’yê ku wê di 7-8’ê Tîrmehê de li Enqereyê were kirin, li Viyanayê bi meşekî polîtîkayên şer ên NATO’yê hatin protestokirin û banga têkoşîna li dijî emperyalîzmê hate kirin.
Beriya Civîna NATO’yê ku wê di 7-8’ê Tîrmehê de li Enqereyê were kirin, li Viyanayê bi meşekî polîtîkayên şer ên NATO’yê hatin protestokirin û banga têkoşîna li dijî emperyalîzmê hate kirin.
Beriya Civîna NATO’yê ku wê di 7-8’ê Tîrmehê de li Enqereyê were kirin, li Viyaneyê ji aliyê pêkhateyên Platforma li dijî NATO û Şerên Emperyalîst a Awistiryayê ve meş û mitîng hate lidarxistin.
Beşdaran li ser banga çalakiyê, li Schottenfeldgasse ya li nêzî Westbahnhofê kom bûn. Tevlîbûn ji bajarên cuda ên wkeî Lînz, Ternitz û Înnsbruckê jî hatin kirin. Di çalakiyê de danezana hevpar a ku ji aliyê pêkhateyên platformê ve hatibû amadekirin, hate xwendin.
Di danezanê de hate îdiakirin ku di civîna NATO ku wê li Enqereyê bê kirin de, polîtîkayên şer û êrîşê yên li dijî gelên cîhanê werin plankirin. Li dijî vê bang li çîna karker, jin, ciwan, koçber û xizanan hate kirin ku di têkoşîna li dijî emperyalîzmê de bibin yek.
Meş ji Kolana Mariahilfer heta avahiya Parlamentoyê dewam kir. Beşdaran gelek caran dirûşmeyên, “Ji NATO’yê re na, ji şer re na”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Bijî piştevaniya enternasyonal” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Li pêşiya avahiya parlamentoyê danezana hevpar dîsa hate xwendin û banga têkoşîna li dijî NATO’yê û piştevaniyê hat dubarekirin.