Li ser banga Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Brîtanyayê, li dijî Civîna NATOyê ya ku wê di 7-8’ê Tîrmehê de li Enqereyê bê lidarxistin çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de li dijî polîtîkayên şer ên NATO’yê banga mezinkirina têkoşîn û tevkariya navneteweyî hat kirin.
Di çalakiya ku li ber Pirtûkxaneya Wood Greenê hat lidarxistin de gelek rêxistinên demokratîk, saziyên şoreşger û çalakvan beşdar bûn. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku NATO di şerên emperyalîst de rola bingehîn a rêxistinkirinê dilîze. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Qatil NATO, ji Rojhilata Navîn derkeve", "Bijî berxwedana gelan", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî xwişk-biratiya gelan" hatin berzkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di Civîna NATO’yê ya ku îsal li Enqereyê tê lidarxistin de wê teşe bidin planên şer ên nû yên hêzên emperyalîst. Di daxuyaniyê de bi taybetî bang li koçberên Tirkiye, Kurdistanê û her kesî hat kirin ku têkoşîna li dijî NATO’yê mezin bikin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku wê di 4’ê Tîrmehê de li Londonê, Bruksel, Parîs, Atîna, Viyana, Basel, Zurîh, Frankfurt, Koln, Dusseldorf û Hamburgê çalakiyên hemwext bên lidarxistin û bal kişandin ser pêwîstiya xurtkirina hevgirtina navneteweyî ya gelan.
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Ji NATO’ya qatil re na” û “Li dijî şerên emperyalîst, têkoşîna enternasyonalîst mezin bikin" bi dawî bû.