Endamê meclîsa CDK-F’ê Îmam Namoglu jiyana xwe ji dest da
CDK-F’ê ragihand ku endamê meclîsa wan Îmam Namoglu jiyana xwe ji dest da û got, “Wê têkoşîn, ked û mîrateya wî timî rê nîşanî civakê bide.”
CDK-F’ê ragihand ku endamê meclîsa wan Îmam Namoglu jiyana xwe ji dest da û got, “Wê têkoşîn, ked û mîrateya wî timî rê nîşanî civakê bide.”
Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) ji bo endamê meclîsa xwe Îmam Namoglu yê ku jiyana xwe ji dest da sersaxî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kurdên li Fransayê yek ji kesayetên herî rêzdar ên civaka xwe winda kir. CDK-F’ê yek ji stûnên bingehîn ên dîroka xwe jî winda kir. Me kesayetek hêja ku bi têkoşîn, fedakarî û girêdana xwe şopek kûr li ser gelek nifşên milîtan û dilxwazan hişt, winda kir.”
Daxuyaniya CDK-F’ê wiha ye:
"Îmam Namoglu, bavê şeş zarokan û hevjînekî fedakar bû. Namoglu di sala 1985’an de ji ber zext û zilma dewleta Tirk ji neçarî hat Fransayê. Wekî her sibe dema meşa xwe ya rojane kir, krîza dil derbas kir û ji nav me bar kir.
Îmam Namoglu di 40 salên ku li Fransayê derbas kir de beşek girîng a jiyana xwe di xizmeta civaka Kurd de derbas kir. Îmam Namoglu timî amade bû, di gelek xwepêşandan, festîval, bîranîn û çalakiyên ku ji hêla tora komeleya me ve hatine lidarxistin de tevkariyek mînak nîşan da. Têkoşîna wî ti carî ni peywirekî an jî navdariyê ne sînorkirî bû; hebûna wî ya domdar, hesta berpirsiyariyê û fedakariya wî di nav civaka me de temsîliyeta tevkarî, xwişk-biratî û nirxên têkoşînê bû.
Îmam Namoglu bi taybetî li Drancy û bi berfirehî li herêma Seine-Saint-Denis şopek kûr hişt û kesayetiyek naskirî û hezkirî bû. Wî tevkariya hemû xebatan kir û dema ku pêwsîtî pê hemû timî amade bû. Ji ber ku her kes bi hêsanî dikarîbû xwe bigihîne wî, dilnizmî û girêdana wî ya kûr a bi doza Kurd re wî kir kesayetiyek ku her kes wî mînak bigire.
Îmam Namoğlu li herêma Île-de-France di damezrandin, pêşxistin û xurtkirina gelek komeleyên Kurd û bi taybetî Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê de roleke girîng lîst. Keda wî ya domdar, di avakirina avaniyên bihêz ên ji bo xizmeta civaka me de tevkariyeke mezin da. Mîrata wî ya têkoşer, mirovî û exlaqî û wê timî îlhamê bide her kesên ku vê xebatê dimeşîne.
Nebûna wî wê valahiyek mezin çêbike. Cihê wî nayê dagirtin û tiştên li pey xwe hiştiye nayê telafîkirin. Lê têkoşîna wî, kesayeta wî ya mînak û nirxên ku wî ji me re hiştiye wê di hemû çalakî, têkoşîn û xebatên kolektîf de bijîn.
Li ser navê Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê, em di serî de ji hevjîna wî, zarokên wî, malbata wî, xizmên wî û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazin. Em êşa wan a mezin parve dikin û piştgiriya xwe ya bêdawî ji malbat û hezkiriyên wî re tînin ziman.
Bîranîna Îmam Namoglu wê di dîroka civaka me de timî bijî. Têkoşîn, fedakarî û girêdana wî wê timî rê nîşanî nifşên pêşerojê bide. Em ê wî qet ji bîr nekin.
Îmam ê rêzdar di nava aramiyê de razê. Têkoşîn, ked û mîrata te wê timî rê nîşanî me bide.”