Nobeta Azadî ji Rêber Apo re ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dike, gihîşt heftey 282’an.
Çalakî ji bo bîranîna şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci), Zozan Denîz (Suphiye Ozen), Roza Semsûr (Suna Ozdemîr), Fuat (Alî Haydar Kaytan), Kendal Barman (Yakup Baydag) û şehîdên Komkujiya Madimakê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Piştre, Berdevkê Komîteya Pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” a Cenevreyê Veysel Kuşkanadi axivî û bal kişand ser bîra dîrokî û pêvajoya çareseriyê ya heyî.
Kuşkanadi Şêx Seîd û hevrêyên wî yêên ku beriya 101 sal li Qada Dagkapi ya Amedê hatin darvekirin û Zîlan ku bi çalakiya xwe ya 30 sal berê bû sembola berxwedanê ya li dijî dagirkeran, bi bîr anî.
Kuşkanadi diyar kir ku piştî komploya navneteweyî biryara cezayê darvekirinê ya dewleta Tirk ji bo Rêber Apo di 29’ê Hezîrana 1999’an de, peyameke siyasî ya giran ji bo gelê Kurd e û wiha got, “Dewleta Tirk bi vê biryarê re hewl daye têgihiştina, ‘Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye’ bike pratîkê û armanc kiriye ku di salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevrêyên wî de travmaya dîrokî ya duyemîn li gelê Kurd bide jiyankirin.
Kuşkanadi got, “Em Rêber Apo ku doza Kurdistanê ji maseya darvekirinê bir maseya muzakereyê silav dikin.”
Kuşkanadi derbarê pêvajoyê de jî nirxandinan kir û diyar kir ku tevî dema ser derbasbûyî jî Rêber Apo hîna di Girtîgeha Îmraliyê de di şert û mercên tecrîda girankirî de tê girtin û ev yek bi daxuyaniyên tên kirin re, naqok e.
Kuşkanadi destnîşan kir ku qonaxa heyî bi saya perspektîfa ku Rêber Apo li ser bingeha jiyana hevpar a gelan, siyaseta demokratîk û aştiya bi rûmet pêş xist pêkan e û wiha got, “Divê dawî li girtina Rêber Apo li Girtîheha Îmraliyê bê anîn ku ji aktorên girîng ên aştiyê ye. Divê şert û mercên azad ên xebat û meşandina fealiyetên siyasî yên Rêber Apo pêk were. Rêya çareseriya mayînde û demokratîk, ji azadiya Rêber Apo û vekirina pêşiya siyaseta demokratîk derbas dibe.”