KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

Komîsyona Mafên Mirovan ya KNK’ê bertek nîşanî pêla darvekirinê ya Komara Îslamî ya Îranê di serî de li ser çalakvan û girtiyên siyasî yên Kurd û muxalîfan da û bang li NY û YE’yê kir ku tavile destwerdanê bikin.

Komîsyona Mafên Mirovan ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê pêla darvekirinê ya berdewam li Komara Komara Îslamî ya Îranê û bi armancgirtina girtiyên siyasî yên Kurd û hemû kesên ku ji ber nêrînên xwe yên siyasî têne tepeserkirin daxuyanî da.

’DI NAV QURBANIYAN DE HEJMAREKE ZÊDE JI GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD HENE’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di heft mehên borî de, rayedarên Îranê hejmara darvekirinan bi berçav zêde kirine û wiha hate gotin, ”Di nav qurbaniyan de hejmareke zêde ji girtiyên siyasî yên Kurd hene ku piştî darizandinek neheq û pêvajoyek dadwerî ya bêbawer cezayê darvekirinê li ser wan hatiye birîn. Piraniya van dozan li ser tohmetên wekî gefên li ser ewlehiya niştîmanî ya sîxurî an hevkariya bi komên brhelistkar re têne avakirin, di heman demê de raporên rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî amaje bi vê didin ku îtîraf di bin îşkence, fişar û dadwerî de nelojîk hatine wergirtin û mafê darizandinek dadperwerane bi eşkere hatiye binpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di dema şerê çekdarî yê di navbera Îran û Îsraîlê de û piştî ragihandina agirbestê, rayedarên Îranê leza darvekirinê bi awayekî berfireh zêde kirin û wiha hate gotin, ” Hejmarek rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî ev gav wekî hewldanek ji bo sûdwergirtina ji mijûlbûna civaka navneteweyî bi krîzên herêmî û zêdekirina siyaseta tepeserkirina navxweyî şîrove kirine.

Komîsyona Mafên Mirovan ya KNK’ê diyar kir ku bikaranîna cezayê darvekirinê li dijî girtiyên siyasî, bi taybetî çalakvan û girtiyên Kurd, ne tenê binpêkirina mafê bingehîn ê jiyanê ye, belku ew beşek ji siyaseteke sîstematîk ya çavtirsandin, bêdengkirin û rakirina dengê dijberan e û wiha got, ”Ev tevger, digel îşkenceyê, îtîrafên bi zorê, bêparhiştina mafê parêzer û darizandineke dadperwer, binpêkirineke eşkere ya peyman û pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan pêk tîne.

‘DIVÊ TAVILE DARVEKIRINA GIRTIYÊN SIYASÎ LI ÎRANÊ WERIN RAWESTANDIN’

Komîsyona Mafên Mirovan ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wiha bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHRC), Ofîsa Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), Yekîtiya Ewropayê (YE) kir:

Hemû hewldanan bikin da ku tavilê darvekirina girtiyên siyasî li Îranê rawestînin.

Lêkolînek serbixwe, bêalî û zelal li ser îdiayên îşkenceyê, îtîrafên bi zorê û darizandinên neheq bikin.

Fişarên dîplomatîk, qanûnî û siyasî li ser rayedarên Îranê zêde bikin da ku bikaranîna cezayê darvekirinê wekî amûrek tepeserkirinê bi dawî bikin.

Kesên berpirsiyarê van binpêkirinên mafên mirovan yên bêrehm li gorî hiqûqa navneteweyî û mekanîzmayên dadperweriyê bidene ber lêpirsînê.

Komîsyona Mafên Mirovan ya KNK ê, dubare dike ku parastina mafê jiyanê, dadperweriyê û misogerkirina darizandineke adil bingehên her civakeke demokratîk in ku pabendî qanûnên navneteweyî ye. Bêdengiya li hember vê pêla darvekirinê tenê dê bibe sedema berdewamiya bêcezatiyê ji bo sûcdaran û kûrtirkirina binpêkirinên mafên mirovan yên bingehîn.