Di êrîşa Til Eranê de zarokek li şûna bavê xwe hate girtin

Hêzên hikûmeta demkî êrişî bajarokên Til Eran û Til Hasilê li gundewarê Helebê kirin. Di sergirtinê de zarokek li şûna bavê xwe hate girtin.

Çavkaniyên ji bajarojê Til Eran diyar kir ku endamê Ewlehiya Giştî ya girêdayî Wezareta Hundirîn a Hikumeta Demkî, duh (30 Hezîran) di dema sergirtina malên li bajarokê Til Eran ê û gundewarê El Sifîr yê rojhilatê Helebê, kurê wan ê ku 16 salî girt.

Li gorî çavkaniyê zarokê malbatê yê bi navê Ehmed Hisên Hercê sala 2010`an ji dayîk bûye, di dema sergirtina male de ew li malê amade bû, ji ber endamê ewlehiyê bavî wî Hisên Hercê li malê nedîtin, kurî wî li şûna wî girtin. Endamê ewlehiyê jî peywendî bi rêya telefonê re bi bavî wî re axivîn û jê re gotin heta ku ew xwe radest bike, ew ê kurî wî berdin.

Endamê Ewlehiya Giştî di sergirtinê de li tevahiya xaniyê malbatê geriyan, hejmarek ji kaxezên têkildarî milkên malbatê û tiştên din desteserkirin.

Duh li Til Eran, Til Hasil û Gebara hemleya sergirtinê çêbû, di encamê de 10 welatiyên Kurd hatin girtin, di dema ku dayîka bi navê Nezha Hemkê hewil da dîmenê bûyera sergirtinê bigire û daxwaza bike ku biryara sergirtinê pêşkêşî wan bê kirin, ji hêla Endamên Ewlehiya Giştî ve rastî êrişê hat.

Heta niha Wezareta Hundirîn a Hikumeta Demkî derbarê sedemên hemleya sergirtinê û girtinê de daxuyaniyeke fermî nedaye.